Dibêjin li hin taxên Anqerê û Stenbolê tirkan li hemberî
hukûmetê serî hildane, gotine AKP îstîfa !
Wey ser xêrê be !
Wey mala Xwedê ava be!
Law ehmeqno, bi Xwedê heger hûn vî sextekarê diz nexînin
hûnê bi parsê kevin.
Ev nîna ye, tirnîna hîn ma ye...
Heger hûn dixwazin bêtir rezîl û perîşan nebin dibê hûn vê
rejîmê bixwînin.
Hûn carê dest bibin xwe kurd jî ewê alî we bikin.
Desthilanîn ferca xêrê ye, metirsin, kumê bêxîretiyê ji serê
xwe deynin wek mêran dakevin kolanan...
Lê dibê kurd dîsa nebin belik, nedin pêiya tirkan. Vê carê dora tirka ye, hûn hinekî temaş bikin. Çimkî bawerî bi tirkan nayê, kanin kurdan bidin pêş û ew paş da çerx bikin.
XXX
Miletê medenîyetê qebûl neke tu carî medenî nabe. Çimkî
medenîyet tercîheke, dûzaneke, kultureke.
Medenîyet, demokrasî ne tiştekî wisa ye meriv bikanibe bi
zor bi miletan bide qebûlkirin.
Miletê medenîyetê, demokrasiyê qebûl neke kes nikane bi zorê
pê bide qebûlkirin.
Tirk ji medenîyetê, ji demokrasiyê nefret dikin, lema jî ne
medenî dibin û ne jî demokrasiyê qebûl dikin.
Dibêjin heger em medenî bibin, heger em demokrasiyê qebûl
bikin wê demê gerek em Kurdistanê û kurdan jî qebûl bikin.
Ji bo ku Kurdistanê û azadiya kurdan qebûl nekin barbariyê, irqçîtiyê,
faşîzimê tercîh dikin.
Yanî medenîbûna tirkan girêdayî azadiya me û çêbûna
Kurdistnê ye, heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe tirk ewê tim ev tirk
bin, serokên wan jî ewê tim yên wek Devlet Bahçelî û Erdogan bin.
XXX
Tirkan, kurdan, Sûriyê, Îraqê, Yekîtiya Ewrûpayê nikanîbûn
Erdogan ji ser kursîya wî hema piçekî bileqandana, lê Dolarê Amerîkî wa ye baş
cî lê tenk kiriye, kursîya wî dihejîne.
Dolarek bûye 11.47.
Nayê bîra min qîmeta tu pereyî di nav çend rojan da hewqasî
bikeve, TL bûye wek berfa baran bi ser da bibare, dihele.
Lê li alî din tirk ne ew miletê serî hilde, hîn jî yên dibêjin tiliya dijminên me di vî îşî da heye, em teslîm nabin, emê bi nanê tisî û pîvazê îdare bikin pir in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar