Di nava notên xwe yên rojane da îro ez rastî vê hevpeyvîna Lokman Polat 20 sal berê bi min ra kiriye hatim.
Lokman Polat li ser wergerê di destpêka sala 2001ê da bi min ra hevpeyvînek kiriye. Di 9ê meha yekê da di e-maîlekê da ji min ra wiha nivîsîye:
"Hêja Zinarê XamoMerhaba!
Min pirtûkek li ser wergerê amade kiriye. Di pirtûkê de bi
wergêrên kurd re hevpeyvîn heye. Lê bi te re tune. Wijdana min qebûl nekir ku
wergêrekî wekî te jîr û zana li derê vê pirtûkê bimîne. Loma jî min pêwîst dît
ku pirsên li ser wergerê ji te re bişeynim. Heger tu bersîv bidî gelek baş
dibe.
Silav û hurmet.
9/1-01
Lokman Polat
LI SER GIRÎNGÎYA WERGERÊ
BI ZINARÊ XAMO RE HEVPEYVÎN
Pirs - 1 - Birêz Zinarê Xamo hinek wergerên te di weşanên
Kurdî de hatin weşandin. Li gorî te werger çi ye?
9/1-01
Lokman Polat”
”Ji bo bîrbirina te gelek spas. Pirsên te baş in. Lê te negotiye tu heta kînga
dixwazî. Heger tu ecele nekî ezê bersîva wan bidim. Tu kanibî tarîxekê ji mi ra
bibêjî ewê baş bibe.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
10/1-01
Stockholm”
Lokman gotibû ewê hevpeyvînê di kitêbekê da biweşîne, weşand, neweşand ez
nizanim. Wê demê weşandibe jî 20 sal di ser ra derbas bûye, nifşên nuha
nexwendine. Careke din di weşandina wê da zirar tune ye, qenekê ewê di bloga
min d ajî hebe.
-Birêz Zinarê Xamo, hinek wergerên te di weşanên kurdî de
hatin weşandin. Li gor te werger çi ye?
-Werger çêkirina tevnekê, lêkirina avahiyekê ye. Ev avahî ne
bi kevir, çîmento û hesin, bi gotinan ava dibe. Yanî ew jî xuluqandineke.
Çawa ku tu ji rîs tevnekê, ji kevir, çîmento û hesin jî avahiyekê dixuluqînî,
di wergerê da jî malzemeyên te gotin in û tu tenê bi saya wan berhemekê tînî
meydanê.
Lê ev xuluqandin ne ji tunebûnê, bi alîkariya yekî din, yanî bi alîkariya
nivîskar tê meydanê. Ev yek karê meriv him zor û him jî hêsan dike. Zor dike,
ji ber ku tu nikanî tiştekî ji ba xwe lê zêde bike ya jî jê derxe.
Hêsan dike, ji ber ku tim li ba te ye û bi dizîka alîkariya te dike. Wek ku tu
li dengbêjekî biyanî guhdarî bikî û dûra jî wê strana wî wergerînî zimanê xwe û
bi zimanê xwe bistirê.
Lê dibê ev sitran him bi gotinên xwe û him jî bi meqam û muzîka xwe wek sitrana
eslî be, dibê di tu warî da jê dûr nekeve.
Dema yek lê guhdarî bike, her çiqas bi zimanekî din hatibe gotin jî lê, dibê
dîsa jî yekser nas bike ku ew ya kê ye û kî distirê.
Helbet ev ne karekî hêsa ye, jê ra zanîn û hostatî lazim e. Tiştê nivîskar qal
dike dibê meriv baş nas bike.
Di xebata wergerê da bi nivîskar ra girêdaneke meriv ya pir
xurt, samîmî û ji dil heye. Meriv tim pê ra ye, pê dişêwire û hewil dide ku
dinya wî ji nêz va nas bike û meqamê wî lêxe.
-Te heta nuha çend pirtûk wergerandine Kurdî û tu nuha jî
tiþtekî werdigerînî ya na?
-Min heta nuha çend tişt ji swêdî wergerandine kurdî. Di nav van wergerên min da xebata min ya herî girîng, romana Sûsanna Tamaro ya bi navê ”Bide dû Dilê Xwe” ye.
Min çer ew xwend, tavilê min biryara xwe da ku vê berhema hêja wergerînim kurdî.
Ji ber ku mafê kurdan jî heye romaneke wiha xweş bi zimanê xwe bixwînin. Wek tê
zanîn ev romana S. Tamaro, romaneke gelkî meşhûr e û li dinyayê pir bi nav û
deng e.
Wergerên min yên din hemû nivîs û meqaleyên edebî ne. Ji tirkî jî min hin çîrok
û nivîsên li ser dîroka kurdan ya nêz wergerandine. Ev wergerên min bi piranî
di rojnameya Armancê û kovara Nûdemê da hatin weşandin.
-Di wergerê da zahmetiyên ku derdikevin pêşberî te çi ne?
-Ez kanim qala du zahmetiyên sereke bikim. Jê yek, ez jî
di nav da, tu kes vî karî bi hawakî provesyonalî nake. Û jixwe ne mimkûn e ku
bike jî. Çimkî ewê ji kê ra bike?
Yanî wek hemû karên me yên din, di vî warî da
jî her kes bi hawakî amatorî û wek hobîyekê
carnan hin tiştan werdigrînin.
Lema jî meriv nikane qala hin wergervanên provesyonel bike. Dema rewş wiha be
helbet pêşketin jî çênabe û însan nikanin vî karî baş jî fêr bibin.
Wek tê zanîn karê wergerandinê îro li dinyayê di gelek zanîngehan da wek
derseke ilmî tê xwendin û însan bi salan teoriya vî îşî fêr dibin. Ne ku hema
her kesê du zimanan bizanibe dikane berhemekê wergerîne. Ev jî bi hebûna hin
dezgehên netewî û weşanxaneyên pir mezin û xwedî îmkan mimkûn e.
Lê yê me kurdan tiştekî wiha tuneye, em di rûnê xwe da diqijilin. Em bi
destopelkê û bi zanîneke gelkî kêm yekcarnan hin tiştan werdigerînin. Ev yek jî
gelek caran dibe sebebên hin çewtiyên mezin û zirarê dide zimanê me.
Yanî bi
kurtî ez dikanim bibêjim ku amatorî, zanîna gelkî kêm û sathîtî gelşeke gelkî mezin e.
Ya din jî tunebûna ferheng û ansîklopediyên mezin û ciddî
ne. Wek tê zanîn hafiza kesê wergêr ne ferheng û ansîklopedî ye, meriv nikane
hemû gotinên zimanê xwe ji ezber bizanibe; meriv nikane navên hemû dar û beran,
navên hemû teyr û tuyan, navên hemû nebatan bizanibe. Ev tiştekî ne mimkûn e.
Di dema wergerandinê da dibê hin aletên ku ji wergêr ra bibin alîkar û karê wî
hêsan bikin hebin. Ew jî wek min got, ferheng û ansîklopedî ne, ku yên me tune
ne.
Dema ev tunebin merivê çawa kanibe qala wergereke bi sihet bike! Ferheng û
ansîklopediyên me dost û hevalên me ne. Ew jî her yek bi serê xwe dikanin bibin
ferhengek çewt. gotinên wan kêm caran hevûdu digrin. Tu ji kîjanî dipirsî, dibêje
”weleh li ba me wiha dibêjin.”
Lema jî
dikanin bi ”zanînên” xwe mala meriv bişewitînin û meriv bikin pêkenîn.
Helbet kes viya bi nêteke xerab nake, bi
rastî jî wer tê bîra wan û wer dibêjin.
Mesela di dema wergera romana ”Bide Dû Dilê Xwe” da min
gelek zahmetî kişand. Em bibêjin ku di romanê da navê kulîlkekê, navê darekê,
navê çûkekê ya jî navê kêzikekê derbas dibe û tu bi zimanê xwe vî navî nizanî,
tu yê vê problemê çawa hel bikî?
Ji wergêrekî Swêdî ra problemeke wiha tuneye, çimkî di her warî da, ji çûkan, pisikan, kûçikan, pinpinîkan bigire, heta bi dar û kulîlk û msiyan, yanî di her warî da û li ser her tiştî bi sedan ferheng û ansîklopedî hene.
Bêyî van, meriv kane ji gelek komel û kitêbxaneyan jî di her warî da rism û
agahiyên pêwîst peyda bike.
Yê me kurdan îmkaneke wiha jî tuneye. Yanî bi kurtî meriv kane bibêje zanîna du zimanan têrê
nake. Yek, divê meriv teoriya wergerê(tercumeyê) baş bizanibe û di vî warî da
xwedî fikir û dîtin be. Ya din jî divê ferheng û ansîklopediyên netewî û yên
taybetî hebin. Bi baweriya min tunebûna van herdu tiştan zahmetiyên herî esasî
ne. Bi kêmasî di xebata xwe da min wiha his kiriye.
-Te çima û çawa dest bi wergervaniyê kir?
-Berî her tiştî ez ne wergervan(mutercîm)im. Erê rast e, min
hin tişt wergerandine. Lê belê ev yek min nake wergêr(mutercim). Çimkî
wergervanî jî wek her sinetekî din, ew jî sineteke. Rewşa min ne wiha ye. Yanî
min ev yek ji xwe ra nekiriye kar û ez hertim nakim.
Lê li alî din ez yekcarnan hin berhemên ku kêfa min jê ra tê û dixwazim ew
nivîs ya jî ew kitêb bi kurdî jî hebe werdigerînim.
Ev jî bi piranî meqale ne. Tenê ya S. Tamaro roman e û ew jî hîn çap nebûye.
Min daye weşanxana Dozê. Ew jî Xwedê zane ewê kînga derkeve. Dibe ku tew
dernekeve jî.
Jixwe çîroka vê romanê jî gelkî înteresant e. Min ev roman li ser
daxwaza Firat Cewerî wergerand.
Lê dûra dema werger qediya bi nameyekê ez
agahdar kirim, got alîkarî nedan min, lema jî qeweta min nagihîjê çap bikim. Û
neweşand.
Lema jî kitêb di hustuyê min da ma. Min da kê ya çapnekrin ya jî ji
min pere xwestin.
Yanî di ser wergera xwe ya belaş da dibê min perê çapkirinê
jî bida.
Belkî ez kanim di vî warî da qala sebebekî din jî bikim, ew
jî ez dixwazim xwendevan carnan hin nimûneyên baş jî bibînin.
Çimkî tiştên tercumeyî kurmancî bûne ez nebêjim giş, lê piraniya wan(yên ku min
dîtine) tercumeyên pir xerab in û hema hema nayên xwendin.
Dema meriv van wergeran dibîne meriv nizane bigirî, nizane
bikene. Lê jixwe gelek tişt jî nehatine wergerandin, ez bawer dikim hemû çend
kitêb in.
Berî her tiştî kesên ev berhem wergerandine ne xwedî tu zanîn in û di
ser da jî bi kurmancî jî baş nizanin. Çi
heyf ku ev nezanî cesaretê jî dide gelek kesan.
Esas ne di warê wergerê da tenê, nivîskarê kurd yê herî meşhûr jî ku îro li Ewrûpayê jî pir hindik tê naskrin
bi kurdî nizane.
Bi kêmasî bi qasî ku romanan binivîsîne nizane.
Çimkî di van çend salên dawî da li derve fêr bûye. Heta di hevpeyvîneke xwe da
ew bi xwe jî dibêje, ”gava min dest bi nivîsînê kir û bi qasî 50 rûpelî nivîsî,
min dît ku ez nikanim binivîsim. Ji ber ku kurdiya min têrî nivîsîna romaneke kurdî
nedikir.”
Van gotinan di sala 1987 da dibêje û dom dike: ”Eger ez îro rahîştima pênûsê,
heye ku min ê ew bi awayakî din binivîsiya. Gava min ew nivîsî, ez pir pê qayil
bûm. Lê çaxa ez îro lê vedigerim, dibînim ku kêmasiyên wê pir in.” (Mehmet
Uzun. Hêz û Bedewiya Pênûsê, r.134, 145)
Bala xwe bidê, Xwedê giravî piştî hewqas sal baş fêr bûye,
lê çi heyf hîn jî nizane cumleyeke pir basît rast bibêje; ji dêlî ku bibêje:
”Eger min îro rahîşta pênûsê” ya jî eger ez îro rahîjim pênûsê”, dibêje ”Eger ez
îro rahîştima(!) pênûsê”.
Yanî di cumleyeke here basît da jî hîn nizane pronomekê ya jî fiîlekê rast bi kar
bîne. Ev nezanî û çewetiyên zimên di
berhemên wî yên dawî da jî her berdewam
in.
Lê ji ber ku vira ne ciyê wê ye, lema jî ez numûneyan zêde nakim. Bes bi vê
perîşaniya zimên xwe jî ji nava xwe pir razî ye, xwe li Kurdistana Bakur wek
pêşengê romana kurdî dibîne û ji her kesî bêtir jî deng daye.
Ez zanim, ez hinekî ji mijarê dûr ketim. Lê ne mimkûn e ku
sosiretên wiha tesîrê li meriv neke. Ji
ber wê yekê jî min ev nimûne da. Yanî dema ez kin bibêjim, carnan ji ber
hezkirina ji peyva xweş û carnan jî ji ber derdê nezanan min hin tişt
wergerandine kurdî.
-Li ser girîngiya wergerê tu çi difikirî?
-Bêguman di pêşketina kultur, edebiyat û zimanên miletan da
rola wergerê pir e. Bi riya wergerê kultur, tercûbe û hemû serpêhatiyên netewan
digihîjin hev û hevûdu dewlemend dikin.
Ziman bi pêş dikeve, şax dide û ji alî
xezîna gotinan ve gelkî dewlemend dibe.
Bi taybetî jî ji bo zimanên biçûk feydeya
wergerê bê hed û bê hesab e.
Mesela piştî Tanzîmatê, di salên 1860î da tirkan
odeyeke tercumeyê(tercume odasi) vekirin û bi saya vê odeyê gelek kilasîkên
dinyayê tercumeyî zimanê xwe kirin.
Dûra jî piştî Cumhûrîyetê bi însîyatîfa
Wezareta Perwerdekariyê dîsa gelek kilasîkên dinyayê wergerandin tirkî. Bi xêra
van wergeran zimanê tirkî gelek hêz girt û xurt bû.
Numûneyeke din jî, wê rojê min di derkê da xwend, ji nîvê
hemû kitêbên di salekê da li Swêd tên weşandin(yanî ji %51-52) werger in.
Ev yek jî nîşan dide xelk çuqasî qîmetê dide wergerê. Heger em kanibin, hema çi
dibe bila bibe, dibê em wergerînin. Ev yek ewê ne tenê zimanê me, her wisa ewê
asoya me ya fikirandinê jî gelkî firehtir bike.
Lê helbet ev yek jî bi îmkanan dibe, bi weşanxaneyên xurt û bi bazarê dibe.
-Çima kêm tişt tên wergerandin, gelo kurd zêde girîngiyê
nadin wergerê yan jî hin sedemên din hene?
-Bi baweriya min ne ku kurd girîngiyê nadin wergerê. Ji ber
ku di van şertan da û bi van îmkanên îro hew dibe. Dema weşanxaneyên xwedî
îmkan û xwendevan tunebin werger jî nabe.
Ji bo ku meriv kitêbekê wergerîne dibê weşanxaneyek, dezgehek ji meriv bixwaze.
Dûra jî dibê bazara firotina wê hebe.
Çimkî nabe hema meriv rabe bi serê xwe kitêbekê wergerîne û dûra jî li malê veşêre.
Dîsa dibê werger nan jî bide meriv, ji bo ku meriv bikanibe bi hawakî
profesyonel bixebite.
Lê ya herî giriîng jî li welatê me xwendin û nivîsandina kurdî qedexe ye, meriv
nikane berhemên kurdî li Kurdistanê biweşîne û belav bike. Dewleta Tirk rê nade
vê yekê.
Loma jî li Kurdistanê piraniya kurdan hîn nikaninin bi zimanê xwe bixînin.
Dimîne bazara der û ew jî têrê nake.
-Kovarên kurdî zêde cî nadin wergerê. Ji bo dewlemendiya
naveroka wan nivîsên werger jî pêwîst in. Di vî warî da tu çi dibîjî?
Çi wek kitêb dibe û çi jî di kovar û rojnameyan da dibe,
werger pir girîng e, heger îmkan hebe dibê meriv hewil bide wergerîne û biweşîne.
Lê wek min li jor jî got, dibê kesên ku jê fêm dikin vî karî bikin. Ya na,
zirara wê dikane ji feydeya wê bêtir be.
2001-05-03
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar