Ecêba giran, bîstek berê dema min kompîtora xwe vekir ekrana
wê ji hev da ket, perwaza dora ekranê rabû.
Min xwest rast bikim, lê tew
xerabtir bû.
Dibê ez qet dest nedimê, qapaxê negirim.
Min di 2ê adara 2018a da
kirîbû, çima hewqasî zû xera bû min fêm nekir. Bêxwedîyê pir qelp derket !
Wiha ye, dema ji meriv ra xerab were diranê meriv di pelokê da dişkê.
Min nexist erdê, ez bi çakûça pêneketim, li ciyê rehetiyê perwaza dora camê rabû, jê qetiya.
Heger ez dest nedimê ewê bixebite, lê mahdê min jê gerîya, çavê min li perwaza qembûr bûye...
XXX
Do di merasima cenazeyê hevalê me Zekî Irmak da min çavê xwe
li hin nas, dost û hevalên xwe yên kevn gerand, gelek hatibûn lê yên nehatibûn
jî pir bûn. Hinek hene serê salan e me hev nedîtiye.
Wek berê êdî em di karên komelayetî da ne aktîf in, her roj
civîn û meş tune ne. Êdî meriv di şîn û şahiyan da hev û du dibîne.
Lê hin kes bûne wek mîkutê ji koçê da bikve, bi ser hev ve
çûn, av li ser xwe zelal kirine, kes nizane li ku ne.
XXX
Pere
Hevalên wî rojekê ji Dîyojen pirsîne:
-Ma di heqê pera da tu çi difikire?
Fîlozofê bi nav û deng gotiye:
-Pere xizmetkarekî baş e, efendîyekî xerab e.
Li ser ferqa mirina li xerîbiyê û li Kurdistanê tezekê hazir dike. Dixwaze ferqa merasima cenazeyên kurdan, tirkan û ereban bizanibe. Kurd çima alê davêjin ser tabûtên miriyan?
Gelek pirsên balkêş kirin, em nêzî saetekê peyivîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar