31 maj 2019

Êdî em kanin Anna Karenînayê jî bi kurdî bixwînin



Weşanxaneya APECê, klasîkek cîhanê ya din jî, romana Tolstoy Anna Karenîna jî li edebiyat û kitêbxaneya kurdî zêde kir. 

Roman ji alî Serdar Roşan ve ji swêdî û tirkî, bi raberkirina herdu ziman hatiye weşandin.

Roman yek cild e û 1033 rûpel e.

Do li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê Serdar Roşan bi civîneke sohbetî him qala wergera xwe û zahmetyên dîtine kir û him jî roman ji beşdaran ra îmze kir. 

30 maj 2019

Em te tu carî ji bîr nakin çelengê DDKDê !



Hevalê xwe yê xebat û micadela kurd û Kurdistanê, çelengê DDKDê û Swêregê, Ekrem Karahan di 8 saliya wefata wî da bi hurmet û bi hezkirineke kûr bibîr tînim.

Ehlîyet



Ecela pêxwasê diyarbekrî hebû, pir zû dajot, li lempa sor nesekinî. Pûlisê trafîkê bi pê ket û da sekinandin. Pûlis jê ra got:
-Ji kerema xwe ehlîyet û ruxseta xwe derxe...
Pêxwasê diyarbekrî bi zimanekî bi gazin got:

29 maj 2019

Reîs îcar bi rastî jî ketiye feqeke pir xerab !



Tirkiye li Sûriyê ketiye quncikekî teng, ketiye gerînekekê, nikane jê derkeve. 

Ji bo kanibe li Sûriyê li dijî kurdan şerê xwe bidomîne û derên dagir kiriye di bin destê xwe da bihêle, dibê nabêna xwe bi Rûsyayê ra xera neke. Û şertê wê yekem jî  dibê S-400an ji Rûsyayê bikire.

Lê dema nabêna xwe bi Rûsyayê ra xera neke û S-400an bikire, wê demê jî nabêna wê bi Amerîkayê xera dibe...

Kî dostê kurdan be ew dijminê Tirkiyê ye û kî dijminê kurdan be ew dostê Tirkiyê ye


Hedefa Tirkiyê li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, nebin xwedî welatekî serbixwe ya jî dewleteke federal. Ji bo viya Tirkiye tiştê neke tuneye. 

Ev siyaset, ev dijminatiya kurdan, ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye Tirkiyê û tirkan kiriye siyaseteke xwe ya netewî, ya ”beka”yê, yanî ya man û nemanê, şertê hebûn û berdewamiya xwe.

28 maj 2019

Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê



Parlamentoya Kurdistanê îro Nêçîrvan Barzanî bi 68 rayan wekî serokê nuh yê Herêma Kurdistanê hilbijart. 

Bi baweriya min hilbijartina serokekî baş bû, zêde dirêjirin xerab bû. 

Xwedêgiravî PDKê û YNKê li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî li hev kiribûn.

Dengê kurîdankê û tiştên muhîm



Rojekê li New Yorkê çend hevalên kar bi hev ra diherin navrojê bixwin. 

Ji wan yekî çemsor e. 

Kuça tê da dimeşin pir qelebalix e. 

Ji vizîna ereban, dengê sîrenan, giregira makîneyên karkirên di rê da dixebitîn, dengê qorneyên wasiteyên diçûn û dihatin meriv ji guhan dibû, dengê meriv nediçû hev. 

27 maj 2019

Em îro bi qevdek kulîlk vegeriyan mal



Ger û seyrana me îro pir xweş û dewlemend derbas bû. Me li peravê gola xwe du pezkûvî dîtin.

Gava min rismê wan girt, zîq li min nêrîn û nereviyan. 

Belkî wan jî xwest rismê wan were girtin û di medyaya sosyal û di bloga Zinarê Xamo da belav bibe.

Carnan ji miletan ra jî li hev tê


Hûn dibêjin şans, dibêjin tesaduf, axir hûn çi navî lê dikin lê kin, carnan ji meriv li hev tê, wek bilêta meriv lêxe, wek meriv tiştekî li erdê bibîne, yanî tiştekî wisa…

Lê ne tenê ji şexsan ra, ji miltan ra jî carnan wiha li hev tê. Lê ji me ra heta nuha tu carî bi temamî, xweşikî li hev nehatiye. Ya di şertan da, ya jî di me da tim kêmasiyek hebûye. 

Heta kurd azad nebin tirk ji irqçîtiyê xelas nabin


Li Tirkiyê neyartiya kurdan, kîn û nefreta li hemberî kurdan, tirsa kurdên azad bibin tirkê xwedêgiravî zana, " întellektuel", dîndar û çep jî bêhiş û rentele kiriye, bûye irqçî û faşîstekî xalis-muxlis. 

Û ev jî ne bes e, pir jî virek û bêexlaq bûye, li hemberî kurdan her riyê, her bêbextiyê, her derewê mubah dibîne.

26 maj 2019

Rexnekirina xelkê rehet e



Tiştê ez fêm nakim û herî bêtir pê diqeherim gava yek bi tirkî ji hinekên din ra dibêje: çima hûn bi tirkî dinivîsin, dipeyivin û bi tirkî distirên ? 

Tiştê meriv şaş dît û rexne kir, dibê meriv bi xwe jî wî tiştî neke. 

Dev jê berde



Du dîn(bodele)rûniştibûn sohbet dikirin. Yek ji nişka ve rabû ser xwe û ket rê. Yê rûniştî jê pirsî:
-Bi ku da?
-Diherim li te bigerim...

25 maj 2019

Daîş bi navên din şerê kurdan dike



Li ser têkçûna Daîşê gelek tişt tên gotin, hinek dibêjin efendim Daîş qediya.

Na, ji bo kurdên Kurdistana başûr û rojava Daîş neqediya ye p tu carî jî naqede, hemû ereb pir hindik Daîş in.

Tiştê Daîşê kir, îro erebên din dikin. Navê wan ne Daîşê, lê bi fikir û kirinên xwe hemû erebên Îraqê jî Daîş in.

Yekîtî meriv xurt dike



Cihû(yahûdî), fikrên wan, îdeolojiyên wan, partiyên wan çi be dijminatiya hev nakin, wek yehûdî tim bi tifaq û dostên hev in, li hemberî êrîşan û dijminên xwe tim bi hev ra ne, tim li pişt hev in.

Çimkî ji tarîxa xwe baş zanin heger bêtifaq bin, heger alîkariya hev nekin ewê werin pelçiqandin, ewê zulm li hemûyan bibe. 

Lema jî hemû cihû tim bi çavê bira li hev dinêrin, li her dera dinyayê tim bi hev ra ne.

24 maj 2019

Culemêrg jî teslîmî tirkî bûye !




Kurdino, haya we jê heye, kela kurdayetiyê, bajarê Ehmedê Xanî, Culemêrg jî teslîmî asîmîlayonê bûye, neviyên Ehmedê Xanî jî êdî bi kurdî nizanin !

Ji bo em bibînin tirkan, dewleta tirk em çawa helandine, zarokên me çawa kirine tirk, xortekî bi profîla ”hindikûrindik” di twîtteke xwe da ji Culemêrgê numûneyeke pir xof daye.
Numûneya daye ev e:

Qîmeta wextê bizanibin



Wext pir muhîm e, dibê meriv qîmeta wê bizanibe û baş bi kar bîne. 

Piştî çû ne tê kirîn, ne jî bi paş da tê. Loma dibê meriv rojan bi rojan nede, karê îro nehêle sibê.

Dema meriv xort e, meriv dibêje belkî kalbûn û mirin tuneye, lê piştî 40î sal zû derbas dibin, umir zû diqede.

23 maj 2019

Tenê zimanek kane bi dil ra bipeyive


Meriv çend zimanan bizanibe jî zimanek tenê xîtabî dilê meriv dike. 

Zimanek tenê li ber dilê meriv şîrîn û ezîz e. 

Dil ji wî zimanê fêm dike, ew ji zimanê dil fêm dike.

Ji bo ku piştgirî dabû referandûma Kuridistanê Tirkiyê wîze neda Mûna Qahwecîya tirkmen



Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî, ji ber ku piştgirî daye referandûma serxwebûna Kurdistanê  ya 2017a û ji bo ku endama Encûmena Bilind a Referandûmê bûye, Tirkiyê wîze nedayê.

Mûna Qehwecî ji Rûdawê ra gotiye, ji bo ku ew here Tirkiyê wîze xwestiye, lê Tirkiyê wîze nedayê û pasaporta wê paş da lê vegerandine. 

Godotê dawî ji Kefendiz jî xerabtir derket



Li Tirkiyê milet her tim li bende Godotekî ye, Godotê rojekê were û ewê wan xelas bike...

Lê her Godotê tê ji yê çûyî xerabtir derdikeve. 

Godotê herî dawî û nuha li ser hukim tew bi carê da xerab derket. Kesî hewqasî jî texmîn nedikir.

Nuha her kes dibêje hevt xwezî bi Kefendiz û rahmê li gora Kefendiz tîne.

22 maj 2019

Îro ez erzan ji feqa dekbazan xelas bûm


Li dinyayê pînc, kalpazan, sextekar, dekbaz û fêlbazên înternetê pir bûne, meriv nizane xwe ji kîjanî biparêze, ji kîjanî neparêze.

Bîstek berê e-meîlek hat posta min a hotmailê. Fena ku ji ”Postnordê” hatibe. 

Gerek em hemû kurd li navê Kurdistanê xwedî derkevin



Li Tirkiyê hukûmeta AKPê dixwaze PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) û PSKê (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê)ji bo ku di navê wan da navê Kurdistanê heye bigre.

Mahkima Qanûna Esaî daxwaza dozger ya girtina PAKê û PSKê qebûl kiriye.

Li Tirkiyê îro mahkime ne serbixwe ne, hemû li gorî emir û fermana Erdogan dixebitin.

Reîs ketiye feqeke pir xerab



Li gorî rojnameya CNBCê, Amerîkayê du sê hefte molet daye Tirkiyê; Tirkiye ya ewê peymana bi Rûsyayê ra çê kiriye betal bike, ya jî ewê rûbirûyê ambargoyên Amerîkayê bimîne. 

Amerîkayê ji tirkan ra gotiye, dibê hûn di nav du sê heftanda biryara xwe bidin, heger hûn dixwazin ji me çekan bikirin dibê hûn dev kirîna S-400ên Rûsyayê berdin, ya na emê li hemberî we hin ambargoyan têxin dewrê.

21 maj 2019

Çavê me ne li welatê kesî ye


Çavê me ne li ax û welatê tu kesî ye.

Em naxwazin kesî bindest bikin.

Em naxwazin zimanê kesî, ala kesî, dînî kesî, sembolên kesî yasax bikin. 

Em naxwazin li Kurdistanê zulmê li tu eqalîyetê bikin û wan bêmaf bihêlin. 

Bi tiştekî nizane



Şêroyê biçûk ji dibistanê hat û bi hêrs çentê xwe virvirand quncikekî.
Diya wî bi meraq jê pirsî:
-Çi bûye ez bi dorê, çima tu qeherî ye?
Şêro dîsa bi hêrs got:

Halê kurdan li Tirkiyê ev hal e !



Ev der qeza Rihayê Xelfetî ye û yên li erdê dirêjkirî jî kurd in.
Halê kurdan li Tirkiyê ev e hal e!

Gava tu kurd bî polîsê tirk te dixe vî halî. Tirk gava kurdan di vî halî da dibînin pir bextewar û dilşa dibin. 

Ev rastîyeke.

20 maj 2019

Tirk jê ra dibêjin terorîst ew dixwaze bi wan ra rismekî bigre



Ji bo ku HDP jî li Samsûnê beşdarî pîrozkirina 100 saliya Cejna 19ê Gulanê ya Ataturkê tirkan nebûye Perwîn Bûldan xanimê ji Erdogan û ji tirkan gazin kiriye, gotiye:

”Biezimandana, me dixwest em li Samsûnê bin…”

Meriv hewqasî jî xwe pîs nake, hewqasî jî xwe nake erd !

Zorbatiya li kesê ji xwe zeîftir nîşana şexsîyeteke seqet û bi broblem e


Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva borî sê gundên herêma Efrînê topbaran kirine. Ji ku çavê wan kurdan dibire, zora wan li kurdên bêpişt û bêdewlet tê vê quretiyê û vê mêraniya belaş bêtahlûke dikin.

Merivê zulmê, neheqiyê, çavsoriyê li kesê ji xwe zeîftir, ji xwe bêhêztir bike xwedî şexsîyeteke seqet û bi problem. 

Li Kurdistanê dilşadî û şahiyên şampîyoniya GSê !



Bi hezaran keç û xortên kurd.

Yanî hêviyên me û pêşerojên kurd û Kurdistanê. 

Yanî zarokên miletê bindest û welatê dagirkirî do êvarî li hemû bajarên Kurdistana bakur bi dilşadî û coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan çê bûbe şampîyoniya GSê pîroz kirin.

Daxwaza min


Li vê dinya derewîn û bêbext daxwazek min tenê heye
te ji bindestiya dijmin derînim
berî mirina xwe te azad bibînim
bi navê te cuzdanekê
pasportekê têkim bêrîka xwe

19 maj 2019

Çîroka pisekekê



Pisikek bêxwedî hogirî malekê bûbû. Xwediyê malê çi dikir jî nikanîbû pisikê ji mala xwe bi dûr xe.

Pê da dixeyidî, diqewitand, berdidayê bêfeyfe bû, bîstek di ser ra derbas dibû dîsa bi paş da dihat û xwe li hundur, li quncikekî kilor dikir...

Navên wan çi bin jî hemû kemalîst û ant-kurd in



Serokên çend partiyên tirk û gelek giregirên dewletê ji bo bîranîna Ataturkên xwe û 19ê gulanê îro li Samsûnê hatin ba hev. Xwedê kir kurd di nava wan da tunene.

Erdogan, Bahçelî, Perînçek, Kiliçdaroglu, Karamollaoglu hemû bi hev ra li Ataturkê xwe xwedî derketin û ew kirinên wî yad kirin.

Rismek û tesîra li min kir




Çend keç û xortan du roj berê(17/5)li Stenbolê li Zanîngeha Boxazîçiyê li ser edebiyat û kovaran panelek çêkirine û di FBê da du sê rismên panelê belav kirine. Karekî pir baş kirine, ez wan pîroz dikim.

Min bîstekê bi dîqet bala xwe da du rismên panelê, min risim baş temaşe kirin. Bi min rismên pir ecêb in, xemgînî, bêmoralî û heznîtî ji wan difûre.

18 maj 2019

Li Swêd jî kurdên berdevkiya Daîşê dikin hene



Çi heyf li Swêd jî kurdên hîn berdevkî û abûqatiya Daîşê dikin hene.

Ev çend roj in polîsê Swêd li ser daxwaza SAPOya Swêd (polîsê îstîxbaratê) 5 meleyên ereb girtine.
 
Li gorî medyaya Swêd dinivîse îhtîmal heye wan dersînor bikin, yanî teslîmî welatên wan bikin.

Yên bi dijmin ra hol bûbin nabin hevalên me


Li ser dostî û hevaltiya bi dijmin ra gotineke Şîrazî ya gelkî xweş heye, camêr gotiye:

”Yê bi dijminê we ra rabe û rûne nikane bibe dostê we.”

Gotineke pir rast e. Em jî her roj bi çavên serê xwe vê rastiyê dibînin.

17 maj 2019

Dibê hemû partiyên kurd bi hev ra li dijî cezakirina ronakbîrên kurd derkevin

Fûad Onen, Jiyan Tîmûrtaş


Ev demeke Tirkiye ceza li welatparêzên kurd dibarîne. Çend roj berê mahkimeyek tirk 3 sal û mehek ceza da Fûad Onen û salek û sê meh jî da Jiyan Tîmûrtaş.

Berî wê 15 meh jî dabûn Seraceddîn Kirici.

Helbet gelek kesên din jî hene, navên hemûyan nuha nayê bîra min. Yanî kesên hatine cezakirin pir in.

16 maj 2019

Erdogan dibêje wî zikê tirkan têr kiriye lê dîsa jî nankoriyê dikin


Erdogan ji kesên wî zikê wan têr kiriye gazin kiriye, gotiye: 

”Me zikê her kesî têr kir, lê netîceyê hûn dibînin. Hûn zikê wî têr dikin, hemû hewcedariyên wî temîn dikin, lê dîsa jî rayê nade…”
Yanî li gorî Erdogan, wî zikê tirkan têr kiriye, lê dîsa jî pê ra nankorî kirine û ray nedanê.

Ev gotina wî ne ji kurdan ra ye, çimkî ew kurdan wek dijminê xwe dibîne û zane kurd rayê nadin wî.

Geleo merivekî li ser hişê xwe vê gotinê dike, bi vî çavî li milet dinêre?

Zimanê xwerû û gotinên çêkirî



Hinek kes gava di nivîsên min da gotineke erebî dibînin aciz dibin, min rexne dikin, dibêjin ”mamoste ev gotin erebî ye”, dixwazin ez gotinên erebî bi kar neynim, ji dêlî wan gotinên kurdî bi kar bînim.

Û gelekê caran pê ra hin gotinên "kurdî" yên çêkirî jî pêşniyar dikin.
Ez ji wan ra dibêjim ez zanim ev gotin bi erebî ye û haya min ji ya "kurdî" jî heye. 

Yên ji gotinên erebî pir aciz in û mercek(cama mezinkirinê) di destê wan da tim li dû gotinên erebî ne bi piranî kurdên binê xetê ne, yanî kurdên Kurdistana rojva ne. 

Tu nadî mede...



Yekî feqîr derketibû ser girekî bilind dua dikir:

-Ya Rebî tu li min werî rahmê û hinek pere bidî min. Ez nikanim perê kirê bidim. Ezê ji xwe ra xaniyekî bikirm. Ereba min jî tuneye, ezê ji xwe ra erebeyekê jî bikirim…

Çend gotin li ser Hawarê û roja zimanê kurdî



Mîr Celadet Bedirxan di 15ê gulana 1932a da kovara HAWARê li Şamê derxist.

Bi derketina Hawarê ra di tarîxa kurdan da, di ziman û edebiyata kurdî da serdemeke nuh dest pê kir, zimanê kurdî merbend û zincîrên xwe şikand.

Defa remezanê û azan



Xortekî ji defa remezanê gazin kiriye gotiye:

”Ji roja ku meha Remezanê dest pê kiriye her şev kurê min ji dengê daholê ji xewê şîyar dibe. Îja daholvanê qebrax nasekine belkî nîv saet lê dixe…”

Li welatên misilman qîmeta însên tuneye. Dewlet, kesên mesûl bêkultur, bêhurmet in, guh nadin gel.

Ma derdê azanê tê kişandin ?

14 maj 2019

Me îro li hewşê manqela xwe danî û agirê xwe dada...



Do êvarî xanimê hêdîka ji min ra got, “ma tu zanî sibe rojbûna Serhat e!”

Wek her sal, îsal jî min ji bîr kiribû. Min got bi Xwedê te negota min nizanîbû.

Li ser pêşniyara wê, me li ser goştbiraştinê (izxarayê) li hev kir. 

Miletên wek me bindest çawa rizagar bûn?


Hemû miletên ji binê nîrê bindestiyê û dagirkeriyê rizgar bûne nasyonalîzim yanî berjewendiyên netewî di ser hemû îdeolojiyan ra girtine û bi vê riyê kanîbûna yekîtiya xwe çê bikin û bigihîjin azadiya xwe.

Îslamîstên kurd heta dev ji peyatiya îslamîstên tirk bernedin nabin tevgerên netewî


Bi baweriya min me çepên kurd jî bi hevaltiya bi çepên tirk ra gelek zirar dît, gelek şaşî kir.

Lê em tu carî nebûn peyayên wan û dewletê.
Çimkî em kes û tevgerên netewî bûn, em dilsozê welat û gelê xwe bûn.

Ji ber ku me xelasiya gelê xwe di çepîtiyê da didît lema em bûbûn çep, komunîst.

13 maj 2019

Gelo meriv çi bike?



Meriv gelek tiştan difikire, dem dem gelek fikir tên bîra meriv.

Fikirandin baş e, dibê meriv bifikire, kin û dirêj bipîve, hûr bajo, kûr bajo. 

Lê dibê bi fikirandinê nemîne, hinekî jî kar bike.

Hema çi ji destê meriv hat bike. 

12 maj 2019

Dibê kurd rayê nedin partiya ev tîşort hazir kiriye



Şêwirmendên Ekrem Îmamoglu li ser tîşortekî  ji bo hilbijartinên 23ê hezîranê hazir kirine bi 11 zimanan slogana ”her tişt ewê pir baş bibe” nivîsîne.

Di nava 11 zimanan da kurdî tuneye. 

Ev tîşort tezahura irqçîtiyeke mezin e, delîlê namzedekî û partîyeke antî-kurd e.

Îro jî Ahmed Kanî mîvanê Stockholmê bû



Heyran bi Xwedê havalên PAKê yên Swêd nahêlin em dawiya hefteyekê li mala xwe rehet bikin. Her roj karekî, çalakiyekê dikin. Nahêlin meriv hinekî bîna xwe bigire. 

Do semînera kekê Omer Şêxmûs bû, îro jî sîmenera Ahmed Kanî bû. 

11 maj 2019

Dibê kurd îcar piştgiriya Ekrem Îmamoglu nekin

Ekrem Îmamoglu

Erdogan hilbijatinên 31ê adarê yên belediya Stenbolê betal kir. Hin der û doran digotin heger hilbijartin were betalkirin dibê CHP dubarekirina hilbijartinê boykot bike. 

Ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm, min jî got dibê CHP dubarekirina hilbijartinê boykot bike.

Şertê mele


Rojekê yekî serxweş nigêwî şemitî û di newalekê wer bû. Lê şansê wî hebû li jêr dar û devî, qirş û qal pir bû, bi wan ve daliqî, neket erdê. Kir gazî û hawar, got:
-Haho, haho ! Ji bo Xwedê ma kes li vir tuneye were hawara min?

10 maj 2019

Min got vê carê jî xwe rexne bikim !



Ez tim partiyan û siyasetmedaran rexne dikim, min got di vê nivîsa xwe da jî xwe rexne bikim.

Ez li vir her roj nebe jî lê gelek caran partiyên siyasî, berpirsiyar û serokên wan rexne dikim, carnan jî aqil didim wan.

Ez li mala xwe rûniştime û li gorî kêfa dilê xwe dinivîsim û xelkê rexne dikim,  kêmasî û şaşiyên wan rêz dikim. 

Mimkûn e di rexneyên xwe da carnan bi heq im, carnan tiştê rast dibêjim. 

Lê tu carî şaşiyeke xwe, kêmasiyeke xwe nabêjim...

Êdî dawiya derewan hat...


Hin însan hene karê wan sextekarî ye, di xapandina însanan da profesyonel in. Her tim kanin hin însanan bixapînin. Lê belê her tim nikanin her kesî bixapînin.

Tirkan, partiyên tirk, dîndar, rast û çepên tirk heta nuha gelek caran hin kurd xapandin, samîmîyet û baweriya însanan îstîsmar kirin.

Ev rast e...

09 maj 2019

Me îro silavek da çend darên beruyê yên hezar salî



Meriv bigere, meriv tiştên xweş û carnan jî tiştên pir bi heybet dibîne... 

Îro ez û xanim çûn daristaneke heta nuha em neçûbûn li nav negeriyabûn. 

Me got weleh emê herin li nav bigerin. 

Baş bû ku em çûn. Me hin derên nuh û tiştên pir xweş dît. 

Em we nas dikin


Berpirsiyarên Tirkiyê wek mîtomanên profesyonel gelek derewên bi qoç û bi boçik li hev radigrin, dibêjin belkî kurd kerr in,
kor in,
bêhiş in,
bi tiştekî nizanin,
em çi bibêjin ewê jê bawer bin, bixapin.

Derew xwediyê xwe rûreş dike



Tu tiştek bi qasî derewan meriv rezîl û riswa nake. Li vê dinyayê tiştê herî pîs derewkarî ye. Dawiya derewan tuneye, derew tim xwediyê xwe rûreş dike.

Meriv rastgo be, tenezulî derewan neke meriv li karê ye.

Lê çi heyf hin kes dîsa jî ji derewan hez dikin û bêtirs derewan dikin...

08 maj 2019

Ekrem Îmamoglu kortika hustuyê xwe dibîne lê careke din serokatiya belediya Stenbolê nabîne

Ekrem Îmamoglu


Wek min texmîn dikir CHP teslîmî zorbatiya Erdogan bû û betalkirina hilbijartinên belediya Stenbolê qebûl kir.

Ez ji nuha da ji we ra bibêjim, Ekrem Îmamoglu kortika hustuyê xwe dibîne, lê careke din serketinê û reîsiya belediya Stenbolê nabîne.

Heger CHPyî hîn jî bawer dikin ewê carek din qezenc bikin bi rastî jî pir ehmeq in, totikvala ne.

Ji bo ku ker e



Jinik û mêrê xwe ji bo hevdu berdin çûn ba mele . Jinikê ji mele ra got seyda ez dixwazim xwe ji mêrê xwe bidim berdan.
Mele ji jinikê ra got :
-Sebeb çi ye, çima tu dixwazî xwe bidî berdan ?.
Jinikê got :

Can Yucel û çîroka qûnê...

Can Yucel

Can Yucel şairekî tirk e. Di sala 1999a da wefat kir. Nabêna wî û alkolê pir baş bû. Li gorî dibêjin rahmetî merivekî xweşsohbet bûye. 

Lê hinekî jî ”devpîs” bûye, zimanê wî hinekî qebe bûye. Ji xwe di şiîrên xwe da gelek gotinên argo bi kar dianî. Qala serpêhatiyeke wî ya meşhûr dikin. Yekî lê gilî kiriye. Di mahkimê da hakim jê ra dibêje:

-Te çima li mêrik heqaret kiriye?

07 maj 2019

Heger em destên xwe bidin hev em pir xurt in !


Kurd li bakur û li rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzên dagirker û dewletên mezin xwe zeîf his dikin. 

Em pir bi qewet in lê em nikanin vê qeweta xwe topî ser hev bikin, em xurt in lê haya me ji hêza me tuneye.

Lê di rastiyê da ne wisa ye. 

Heta ereb ev ereb bin dawî li Daîşê nayê


Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê êrişî ser ciyekî polîsan kirine, 3 polîsan kuştine û 2 heb jî birîndar kirine.

Li herêma Mûsilê, Kerkûkê û hin deverên sunî lê hene êrîşên wiha tim dibin, tu carî kêm nebûne. Çimkî erebên sunî bûne Daîş.

06 maj 2019

Dawiya piştgiriya dîktatoran malwêranî ye


Qebûllkirina bindestiya şexsekî, îtîata dîktatorekî karê civatên paşdamayî, civatên reben e, koletîya ji zaliman ra ye.

Tirk ji berê da miletekî muhafazakar, li dijî demokrasiyê û ruhkole ye. Miletekî xwedî şexsiyet rejîmeke wiha zalim û lîderekî hewqas bi şaîbe qebûl nake.

Hin kurd bûne evîndarên celadê xwe


Ez bawer nakim li dinyayê bêyî kurdan tu kesên din bibin heval û heyranên dagirkerên welatê xwe, qatil û celadên gelê xwe.

Dînekî, renteleyekî filistînî û ereb jî ala Îsraîl û rismê avakar û serokwezîrê Îsraîl yê pêşî David Ben-Gurion li mala xwe, li cî û meskenê xwe bi darde nake.

05 maj 2019

Rev ne çare ye


Ev 150 sal in em ji welatê xwe ji ber zulma dagirkeran direvin. 

Lê vê revê mesela me hel nekirye, xerabtir kiriye.

Reva Ewrûpayê ne çare ye.

Êdî xelk jî me qebûl nake.

Bavo rabe!



Mêrik ji lawê xwe yê mezin tasek av xwest. Lêwik got ez westiyayî me, bira birayê minê din rabe ji te ra bîne.

Mêrik îcar ji lawê xwe yê ortê xwest. Wî jî got weleh dersa min heye.

Lawikê biçûk fêm kir ewê dor were ser wî ji bavê xwe ra got:

04 maj 2019

Li hemberî hovîtiya ereb û îslamîstan min ji însaniyeta xwe şerm kir !

Dr. Nemam Ghaourî  ya di orta min û Mumtaz Aydin da ye


Ez nuha ji Kitêbxaneya Kurdî têm. 

Min li semînera Dr. Nemam Ghaourî xanimê ya li ser rewşa jinên êzdî yên di sala 2014a da ji alî ereb û misilmanan va êsîr hatibûn girtin û nuha di kampên Sûriyê û Îraqê da ne guhdarî kir.

Dr. Nemam Ghaourî, xainimeka kurda ji başûrê Kurdistanê ye  û ji sala 2014a û vir da ye wek tuxtoreka volonter(yê bi riza xwe beşdarî karekî dibe)li kampên başûr û rojava di nava jin û zarokên êzdî da dixebite.

Îro ji bo me karê herî baş û girîng axaftina bi kurdî ye


Gava ez dibînim di medyaya sosyal da hin camêr li ser qelsiya kurdperweriyê, nasyonalîzmê di nava kurdan da bi tirkî şîretan li kurdan dikin ez aciz dibim. 

Ji bo kurdan îro roj tiştê herî muhîm yê dibê kurd, partî û siyasetmedarên kurd bikin axaftina bi kurdî ye, xwedîderketina li zimên e. 

03 maj 2019

Ne ji dagerkerên welatê xwe ra, ji Amerîkayê û Îsraîl ra dibêje terorîst



Filistînî, Hibulah û Îxwanî Muslimîn tu carî piştgiriya kurdan nakin û ji bo kurdan yek peyveke tahl jî ji Îranê û Tirkiyê ra nabêjin.

Lê nûnerê HUDA-PARê yê Hewlêrê Abdulsamed Yalçin di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra ji bo filistîniyan, Hizbulahê û Îxwanî Muslîmîn xwe dikuje û ji bo wan neyartiya Amerîkayê û Îsraîl dike, ji wan ra dibêje terorîst.

Çîroka min û te

Ji zû da ye
dinya alem zane

Çîrokek min û te heye

Ez li ser te tim dibêm û dilûbînim
Di çîroka min û te da
tu dil î
ez dildar im
Tu evîn î

02 maj 2019

Wiha here bi rastî jî tirk ewê me biqedînin


Ez ditirsim bi rastî jî tirk me bihelînin û bikin tirk. Gelek îşaretên vê tahlûkeyê hene.
 
Berî her tiştî em kesên bi kurdî zanin û ziman, muzîk û edebiyata kurdî didomînin roj bi roj kêm dibin. Heta 20-30 salan em kesên bi kurdî zanin diqedin. 

Îslamîst çima neyartiya Rojava dikin ?


Dijminatî, kîn û nefreta îslamîstan ya li hembrî Rojava ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê ye; ji ber dilbijokiya halxweşiya, refaha Rojava ye. 

Çimkî welatên misilman jî wek Rojava ne pêşketî ne, ne di nava refahê da ne, lema ji Rojava diqeherin û dijminatiya Rojava dikin.

Hedefa Tirkiyê tunekirina kurda ye


Tirkiyê dest pê kiriye li dora Efrînê dîwarekî ji betonê lê dike. Bala min lê ye hin kes matmayî mane.

Wey roj baş !

Tirkiyê Efrîn ne ji bo bide Sûriyê, ji bo daqultîne dagir kir.

Heger bi zor jê neyê stendin ewê tu carî nede kesî. 

Lê Tirkiye viya jî hindik dibîne, hinekî din dixwaze.

Dopîng



Bavo rabe!
Mêrik ji lawê xwe yê mezin tasek av xwest. Lêwik got ez westiyayî me, birayê minê din bîne.
Mêrik îcar ji lawê xwe yê ortê xwest. Wî jî got weleh dersa min heye.
Lawikê biçûk fêm kir ewê dor were wî, got:
-Rabe bavo, rabe! ji van bêşerefan tu xêr sadir nabe. Here ava xwe vexwe û xêra xwe tasekê jî ji min ra bîne.

Dopîng
Satilmişê tirk di Maratona Bezê ya Ewrûpayê da dopîng kiribû. Lê dîsa jî li dawiya hemûyan mabû, bûbû yê herî dawî. Hevalê wî Dûrsûn jê pirsî:

01 maj 2019

Mêrxasekî kurd !



Min kitêba Faris Medenî Marsîl ya li ser jiyana kurdperwerê hêja û îdolê xortên salên 1970î Muhterem Bîçîmlî ”Mêrxas Hebûn Hevalo” du roj berê qedand.

Kitêb 236 rûpel e û salê çûnî (2018) di meha hezîranê da bi minasebeta 40 saliya wefata wî ji alî weşanxaneya Nasê ve hatiye weşandin.
Li ser kurdperwerekî canfîda xebateke hêja ye.