26 maj 2019

Dev jê berde



Du dîn(bodele)rûniştibûn sohbet dikirin. Yek ji nişka ve rabû ser xwe û ket rê. Yê rûniştî jê pirsî:
-Bi ku da?
-Diherim li te bigerim...


-Kuro dev jl berde, kî zane wî dînî nuha xwe li ku veşartiye!

Diz
Şevekê diz dikve mala Xoce Nesredîn. Dizekî çavbirçî bûye, çi bi dest dikeve dixe çewalê xwe û çawêl davê ji pişta xwe da û dihere.
Xoce Nesredîn şiyar e, her tiştî dibîne. Radibe radihîje çend fera folên mane û dide dû diz. Diz dihere dikve hundur mala xwe. Xoce jî li pey e. Gava di derî da Xoce Nesredîn li pey xwe dibîne, matmayî dibe û dibêje:
- Tu kî yî, çi karê te li vir heye?
Xoce Nesredîn dibêje:
-Bîstek berê te mala min req û rût kir. Min got belkî min bar kiriye vê malê...

Ez derewan nakim 
Cimata nêçîrvanan geriya bû, ji hev ra qala serpêhatiyên xwe dikirin. Yekî got:
-Par havîn li Afrîkayê di rojekê da min tam 99 şêr kuştin…
Ji cimatê yekî got:
-Hema bibêje 100 bira jimar dûz be!
Nêçîrvan got:
-Ma ji bo şêrekî ez rabim ji we ra derewa bikim ?

Dilşadê dinyayê
Hevalên wî ji Lezgînê nuhzewicî pirsîn:
-Bi ya te li dinyayê yê herî dilşad û bextewar kî ye?
-Rahmetiyê bavê me Adem e !
-Çima ?
-Çimkî xwesiya wî tuneye…

Heger min bizanîbûya
Xoce Nesredîn rojekê kilîta(nifta)deriyê mala xwe wenda kiribû. Li hewşê vir da, wê da lê digeriya. Xanima wî jê ra got:
-Ma te li kilît ku xistiye?
Xoce got:
-Xatûn, heger min bizanîbûya min li ku xistiye, ma ez qet lê digeriyam?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar