28 maj 2019

Dengê kurîdankê û tiştên muhîm



Rojekê li New Yorkê çend hevalên kar bi hev ra diherin navrojê bixwin. 

Ji wan yekî çemsor e. 

Kuça tê da dimeşin pir qelebalix e. 

Ji vizîna ereban, dengê sîrenan, giregira makîneyên karkirên di rê da dixebitîn, dengê qorneyên wasiteyên diçûn û dihatin meriv ji guhan dibû, dengê meriv nediçû hev. 


Di wê qelebalixê da yê çermsor ji hevalên xwe era dibêje dengê kurîdankê(çirçirkê, sîsirkê) hat min û bi alî deng ve dimeşe.

Havalên wî jê ra dibêjin di nava vê qelebalix û haşermahşera însên, wasite û dengan da ne mimkûn e dengê kurîdankê/çirçirkê were meriv, tu şaş î û riya xwe dom dikin. 

Lê yê çermsor israr dike, dibêje ew dengê kurîdankê ye û ezê herim wê bibînim.
 
Hevalên wî jê bawer nakin û riya xwe didomînin. 

Ji hevalên wî yek, ew jî bawer nake, lê dîsa jî dide pey, pê ra li çirçirkê digere; dixwaze bibîne hela rast e y ana… 

Yê çermsor derbasî wî aliyê cehdeyê/kolanê dibe, hevalê wî jî dide dû.  Û di orta avahiyên(bînayên) bilind da, di nava tûmek pel û  pincar da bi rastî jî kurîdankê dibînin.

Hevalê wî matmayî dimîne, ji yê çermsor ra dibêje:

-Bira bi te ra hêzeke îlahî heye, te ev deng di nava vê qelebalixê da û ji dereke hewqasî dûr çawa bihîst? Ev mucîze ye!

Yê çermsor dibêje:

-Ev ne mûcîze ye, ji bo bihîstina vî dengî ne hewceye hêzeke îlahî bi meriv ra hebe.

Û ji hevalê xwe ra dibêje bide dû min... 

Diçin ser peyarê. Çermsor ji bêrîka xwe hinek perê hûr derdixe û davêje ser peyarêkê. Deng ji pera tê.

Gelek kes li pişt xwe dizîvirin, bi alî dengê pera ve dinêrin, dibêjin belkî pere ji wan da ket. 

Çermsor dadigere ser havalê xwe û jê ra dibêje:

-Te dît, ya muhîm tu qîmetê didî çi, tu çi muhîm dibînî. Tu her tiştî li gorî wê dibinî û dibihîzî...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar