19 maj 2019

Çîroka pisekekê



Pisikek bêxwedî hogirî malekê bûbû. Xwediyê malê çi dikir jî nikanîbû pisikê ji mala xwe bi dûr xe.

Pê da dixeyidî, diqewitand, berdidayê bêfeyfe bû, bîstek di ser ra derbas dibû dîsa bi paş da dihat û xwe li hundur, li quncikekî kilor dikir...


Mêrik bala xwe dayê nabe, rabû rojekê xist qefesekê û bir li dereke pir dûr ber da û vegeriya malê.
 
Lê piştî çend saetan hew dît pisika wî paş da hatiye.

Mit û mat ma, rabû ew bir dereke hîn dûr, dereke hata nuha ew jî neçûbûyê, li wir berda û hat.

Lê êvarî hew dît wa ye pisika wî dîsa li hundur e.

Mêrik dîn bû. Rabû dîsa pisika xwe kir qefesê û ket rê, ji bo ku pisik careke din nikanibe riya malê bibîne gelkî dûr çû, gelek kuçe û kolan li pey xwe hîştin, çû wî aliyê bajêr, dereke hîn dûrtir. Li wir pisika xwe berda û berê xwe da mala xwe. 

Lê vê care jî di vegerê da riya mala xwe dernexist, jêvajorî lê daket, nizanîbû li ku ye. 

Vir da, wê da geriya lê riya mala xwe nedît. Westiya. Rabû telefonî xanima xwe kir û jê pirsî:

-Xanim, ma pisik hatiye malê?

Jinikê got:

-Erê erê, ji zû da ye hatiye. Tu li ku yî?

Mêrik bi hêrs got:

-Ez riya malê dernaxim, wê bêşerefê bişîne bira were min bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar