15 maj 2019

Çend gotin li ser Hawarê û roja zimanê kurdî



Mîr Celadet Bedirxan di 15ê gulana 1932a da kovara HAWARê li Şamê derxist.

Bi derketina Hawarê ra di tarîxa kurdan da, di ziman û edebiyata kurdî da serdemeke nuh dest pê kir, zimanê kurdî merbend û zincîrên xwe şikand.

Di Hawarê da bikaranîna elîfbeya latînî rê li ber pêşketin û geşbûna kurdî vekir, kurdî bi pêşket, xwendin û nivîsandin di nava kurdan da belav bû.


Celadedt Bedirxan wek zana û ronakbîrekî miletê kurd zanîbû miltek bê kovar, roname nabe. 

Edebiyat, zargotina miletekî bi devkî nayê parastin, dibê were nivîsîn, dibê arşîv bibe, dibê kurd jî bibin xwedî kovar, rojname, kitêb.

Bi xêra Hawarê û bikaranîna elîfbeya latînî xwendin û nivîsandin di nava kurdên bakur û rojava da belav bû, bi weşana Hawarê ra gelek şair û nivîskarên pir hêja çê bûn û wan û Hawarê bi hev ra di nava kurdan da kurdperwerî, hestên netewî bi pêş xistin. 

Heger Hawar tunebûya kî zane îro zimanê me, edebiyata me di çi halî da bû !

Hawarê bi weşana xwe deriyekî mezin li ber kurdan, li ber ziman û edebiyata kurdî vekir û kurdan jî ji wî derî xwe berdan nav edebiyata cîhanî.

Bi desrxistina Hawarê em çiqasî şêkirdar û minetdarên Mîr Celadeta Bedirxan bin hindik e. Mala wî hezar caraî ava be û gorra wî behişt be.

Ev çend sal in kurd 15ê gulanê him wek roja zimanê kurdî û him jî wek roja derketina Hawarê pîroz dikin.

Pîrozkirin baş e, dibê em pîroz bikin. 

Lê belê ji bo me û rewşa zimanê  me pîrozkirina rojekê tenê ne çareserî ye. Dibê em bi rengekî pir cidîtir li zimanê xwe xwedî derkevin.

Ew jî axaftin û nivîsîna bi kurdî ye, mezinkirina zarokan bi kurdî ye.

Salê rojekê di medyaya sosyal da pîrozkirina roja zimanê kurdî, zimanê me ji mirinê xelas nake.

Her kes viya zane.

Dibê em kurdî bikin zimanê malê û yê nivîsînê. Dibê em bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. 

Gere kem tu carî civînên xwe bi tirkî û bi erebî çê nekin.

Dibê em kesên kurdî nizanin tu carî, ema tu carî nekin berpirsiyar û serokên xwe; nekin parlamenter û serokên belediyeyên xwe.

Partiyên kesên bi kurdî nizanin, ya jî tirkan dikin serokên belediyan û parlamenterên me, dibê em rayên xwe nedinê û nedin dû wan partiyan.

Dibê em siyasetmedarên wiha dikin protesto bikin, nekin siyasetmedarên xwe.

Heger em naxwazin zimanê bimre, heger em naxwazin em bibin kurdên zimanê wan tirkî ye û dû ra jî bibin tirk, dibê em wek milet bi zimanê xwe bipeyivin, dibê em siyasetê bi tirkî nekin.
 
Siyaseta bi tirkî zû dereng ewê me bike tirk.

Êdî her kesî fêm kiriye tirkan pişt li zimanê me şikandine û zimanê me ketiye ber sikratê. 

Hin kes dibêjin heger wiha dom bike heta 10 salên din kurdê bi tirkî nizane ewê nemîne û bi milyonan kurdî jî ewê bi kurdî nizanibin. 

Ne hewceyî 10 salên din e, ji nuha da bi milyonan kurd heliyan e, bûne tirk.

Ev 40 sal in qîrîn û hawara min e, ez dibêjim zimanê me li ber mirinê ye. Tiştê 40 sal berê min digot û tahlûkeya min destnîşan dikir, îro bi hezaran dibêjin. 

Mesele pir vekirî û rehet e, dibê em bi zimanê xwe bipeyivin, bi zarokên xwe ra û bi hev ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin,  


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar