Tirkan ne bi dewleta xwe, bi hêza xwe ya leşkerî, bi huqûqa xwe, bi sîstema xwe ya perwerdê tenê, bi zanîna xwe jî em pelçiqandine, em biçûk xistine, em nezan û cahil nîşan dane. Zimanê me wek zimanekî paşdamayî, bi kêrî ilm û îrfanê, edebîyatê nayê nîşan dane.
Dewleta tirkan li dijî me şîdeta fizîkî tenê bikar neanîne, di warê fikrî, îdeolojîk, kulturî, întellektuelî da jî zulmeke mezin li me kirine, tiştên şaş, derew, tiştên tarîxa me belovacî dike fêrî me kirine.
Tirkan di warî fikrî û rûhî da em qudûmşikestî kirine, bûne sebebê em xwe nezan û biçûk bibînin, tirkan ji xwe zanetir û ji xwe mezintir bibînin.Her tiştê li ser tarîxa me guhertine, veşartine, em wek miletekî rût û repal, xahil, tiştek nexuliqandiye nîşan dane.
Vê sextekariya tirkan ya di warê tarîxa me, edebîyata me da ji terora wan a leşkerî bêtir zirar daye ruhê me, şiûra me ya netewî.
Lê şikir di van salên dawî da bi sedan zana û alimên me çêbûne, her yek bi çend zimanan zanin, sextekariyên wan yek bi yek eşkere dikin. Em hêdî hêdî tarîxa xwe, edebîyata xwe, pêşiyên xwe baştir nas dikin. Evy ek jî şiûra netewî bi nifşên nuh ra xurt dike.
Îro li Kurdistana Rojava ji talûkeya herî mezin ne têkçûna
leşkerî tenê ye, têkçûna fikrî, siyasî û îdeolojîk e; qebûlkirina bindestiya
ereban e.
Tiştê kurdan bi şer, bi bedelekî pir mezin bi dest xistin, bi destê Evdila
Ocalan û PKKê giş diyarî ereban dikin.
Lisûriyê tiştê erebên îslamîst, terorîst nikanîbûn bi sîlehan, bi şer bi dest
xin, bi siyasetê, bi riya Evdila Ocalan û Tirkiyê bi dest xistin.
Miletek hinê caran ne bi sîlehan, bi riya fikrî, bi qebûlkirina bindestiyê, bi îxaneta siyasetmedarên xwe tê teslîmgirtin. Tiştê Li Kurdistana Rojava bû û dibe ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar