23 maj 2026

Donald Trump gefê li Îranê dixwe, Îran jî wî bêminet dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa forteke mezin daye xwe, gefa derba mirinê li Îranê xwariye. Serokê Meclîsa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî ew bêminet kiriye; gotiye heger Amerîka êrîşî me bike, bersîva me jî ewê ji ya berê pir girantir be.

Donald Trump gotiye, “Ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî derbeyeke kujer li Îranê xin.

Heger em peymaneke baş çênebe ewê rewşeke wisa derkeve holê derbeke hewqasî giran li tu welatekî dun neketiye.  Îhtîmal ji sedî 50 bi 50 ye, ya emê peymaneke baş çêkin, ya jî emê her tiştê wan wêran bikin."

Serokê Parlamentoya Îranê û berpirsê sereke yê danûstendinan Mihemed Baqir Qalîbaf gotiye, "ewê tawîzê ji mafên welatê xwe nedin. Heger Trump şaşiyekê bike û şer ji nû ve bide destpêkirin, bersiva me ewê ji ya roja yekem kujentir be."

Heger ne derew e, heta çend rojan kî berxe, kî beran e ewê xuya bibe. Trump mecbûr e mêraniyekê bike, nabe mar nîvkuştî bihêle. Careke din wiha lê nayê. 
Esas ya baştir mele bikevin û bi destê milet werin cezakirin. Dibê ev rejîma celad li ser hukim nemînem 47 sal umrekî bir dirêj e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar