24 maj 2026

Bargirano aqil siviko

Ji nişka ve dinya bû ewr, reşêşkên baranê hatin xwar. Kêsrek(axa hişkbûyî, bûye topik) ket derd û şayişa kevir, got, vaye baran hat, kevirê çawa bike?
Ew ax e, li xwe nafikire, li kevir difikire...

Hin dîndarên me yên bûne canfîdayên filistîniyan jî ji dêlî li perîşaniya miletê xwe bifikirin, ketine mitala, şaiyişa filistîniyan. Di şîna xwe da jî ji filistîniyan ra digrîn.
Bargirano aqil siviko...

Heyran, em kurd kêsrek in, gava baran dibare, tişt bi kevir nayê, yê dihele kêsrek e. Gerek hûn viya bizanibin.

XXX

Mêrxasî deh e, yek zor e, neh jî fen e, fût e, fêlbazî ye.

Erdogan 24 sal in bi fen û fûtan kursiya xwe diparêze, hukim ji dest xwe bernade.

Bi dîplomeya sexte bû serok û dewlet kir şîrketeke xwe. Nuh li Tirkiyê ew dewlet e, dewleta din tenê nav e.

Mêrik bû Ataturkê duduya. Ji Ataturk vir da tu kesî bi qasî Erdogan dewlet negirtiye destê xwe.

XXX

Kûçik li ber siya erebê ketibû, ji wî wetnê siya dêla wî ye. Hin neyarên me yên tirk di medyayê da her roj heqaretê li miletê me, li sembolên me dikin, dibêjin gerek hûn navê Kurdistanê negrin devê xwe.
Ev cesûriya wan ji ber piştgiriya dewletê ye, bi saya dewletê diwêrin heqaretê li me bikin.
Heta em bindest û tirk serdest bin, emê tim marûzî heqaretên wan bibin.
Dibê em jî bibin xwedî dewlet, dibê ev daxwaz di dilê her kurdî/kurdê da hebe.

XXX

Hat ji newalê bû xwediyê malê. Tirk ji ber xelkê reviyan hatin bi me sitirîn, dûra hêdî hêdî bûn xwediyên welatê me û em jî bûn bindestê wan.

XXX

Ka vêsê jî bi Sitraneka zarokan bibêjim siba we xêr.

Yek û du, ez û tu
Sê û çar, bû bihar
Pênc û şeş, heyva geş
Heft û heyşt, çiya û deşt
Neh û deh, xwendingeh
Neh û deh, sal û meh

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar