24 maj 2026

Gerek kurd xwe tevî şerê tirkan nekin


Pûlisên Erdogan îro li Anqerê girtine ser merkeza CHPê, xwestine Uzgur Ozel û hevalên wî bi zor ji hundur derxînin û merkez teslîmî Kemal Kiliçdaroglu bikin. Ozgur Ozel û hevalên xwe li ber xwe didin, dibêjin em dernakevin. Berxwedana wan pere nekir, pûlisan bi darê zorê ew ji bînayê derxistin dereve...
Mahkimê(yanî Erdogan) CHP ji Ozgur Ozel girt, da Kemal Kiliçdaroglu.  
Erdogan dixwaze CHPê belav bike. Dixwaze viya bi destê Kemal Kiliçdaroglu bike. Bira bike. Belkî bi vî hawî dewleta wan a naylon, buxça 77 pîneyî ji hev da bikeve.

Tirk çiqas bi hev kevin ji bo me hewqasî baş e. Ez fêm nakim partiya DEMê çima xwe tevî şerê tirkan dike.

Dibê kurd piştgiriya CHPê nekin. Ma bi rayên CHPê parlamenteriya bi dehan parlamenterên kurd ji wan nehat girtin û bi salan nexistin zandanê.

CHPê piştgirî daye her biyara li hukûmetê ya dijî kurdan, piştgirîya daye dagirkirina Kurdistana Başûr û Rojava. Parastina CHPê bi kurdan neketiye.
Tiştê Erdogan dike helbet ne qanûnî ye, helbet zulm e, helbet zorbatî ye. Bira tirk serî hildin û xwe biparêzin. Îşê me bi şerê wan tune ye. Herdu partî jî li dijî azadî û serxwebûna me ne. 

XXX

Nêta Donald Trump heye bi Îranê ra peymaneke xerab îmze bike. Hin senatorên ji partiya wî li dij in, bala Trump kişandine.

Senator Lindsey Graham û Ted Cruz beyanên tun dane, Graham gotiye, "peymaneke di lehê Îranê da di pêşerojê da ewê bibe kabûsek ji bo Îsraîlê.

"Peymaneke rê bide Îran Tengava Hurmizê kontrol bike, ewê Hizbulaha Libnanê û mîlîsên Şîe yên Îraqê gelekî bi hêz bike."

Ted Cruz jî gotiye:

"Heger peyman qebûl bike Îran kanibe uranyumê dewlemend bike, çekên atomî bi pêş xîne û kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmizê biparêze felaketeke mezin e.!"
Baş e hin senator li dijî peymaneke di lehê Îranê da ne. Trumo merivekî totikvala û qurişo ye, her kes kane wî bikire. 

Meleyên faşîst vê zeafa Trump zanin, kanin di bin ra wî bertîl bikin û peymaneke li gorî dilê xwe pê bidin îmzekirin. Hêvî dikim kesên dora Trump nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar