Tirk bi qasî neyartiya kurdên Kurdistana Bakur dikin hewqasî
jî neyarên kurdên başûr, rojava û rojhilat in jî.
Ji bo wan kurd kurd e, yên
kîjan beşî dibe ferq nake.
Çimkî derdê wan li tu derê kurd azad nebin, Kurdistan çênebe. Bi qasî ku li dij in li Rojava Kurdistan çêbibe, hewqasî jî
li dijî serxwebûna kurdên başûr in.
Dibê kurd viya bizanibin.
Ma we referanduma 2017´a ji bîr kir?
Ji bo wê jî dibê kurdên rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê
bi hev ra alîkariya birayên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bikin. Dijminê me gişan
yek e.
Di nav kurdên Rojava da hin kesên zexel, qelp hene. Wek zîwan, xurêl û xurnûga
di nav genim da hene, dibê werin bêjingkirin. Gerek ew nebin berdevkên kurdan. Îro
roja siyasetmedarên jîr û jêhatî ye.
XXX
Gava kurdek, ya jî beledîyeke kurdan tabeleyekê şaş
dinivîsîne, kesên zana şaşiyê rast bikin baş e, dibê meriv bike jî.
Lê dibê meriv henekê xwe bi xelkê neke.
Hin kes ji ber şaşiyeke rastnivîsê tinazên xwe bi Belediya
Curnê Reş(Hîlwanê)dikin. Ev ne xweş e, dibê meriv wer neke.
XXX
Caran hin kes gotineke bi tirkî dinivîsin û dibêjin gelo
meriv kane viya bi kurdî çawa bibêje?
Tirkî û kurdî du zimanên pir dûrî hev in. Lema jî dibê meriv
li gorî tirkî nefikire.
Her navê bi tirkî normal e kane bi kurdî ne rast be, bi
hawakî din be. Dibê em li gorî qaîdeyên zimanê xwe bifikirin. Îşê me bi tirkî
tune ye.
Belediya Curnê Reş(Hîlwanê)bi tirkî navê aşxaneyekê kirine ”Çorba
Evî”, dibe, normal e.
Lê em ne mecbûr in wek tirkî bibêjin ”Mala Şorbê”!
Meriv kane bibêje, ”Şorbexane”.
Wek em dibêjin, aşxane, qahwexane, çayxane, pastexane, dîwanxane
û hwd.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan dîsa gef li kurdan xwariya, gotiye
”heger terorîstên cudakar sîlehên xwe daneynin, ewê bi sîlehên xwe va werin
binaxkirin.”
Ev mêrik bûye belayek mezin û ketiye pêsîra me, hal û karê
wî gefxwarina li kurda ye.
Qesta wî helbet ne PKK tenê ye, mêrik dibêje PYD, HSD, QSD
gişk PKK ne û terorîst in. Dibê teslîmî me bibin.
Heta topeke mezin li vê dewleta zalim, antî-kurd nekeve ne em tu carî rehet dikin, ne jî Ewrûpa û cîranên Tirkiyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar