Gelek kes hene bi rastî, ji dil ne li dijî Kurdistaneka serbixwe
ne, ji ber ku bawer nakin tiştekî wer mimkûn e, lema naparêzin û yên diparêzin
jî şaş dibînin, rexne dikin.
Her kurd ne dûrbîn e, ne zana ye. Her kurd bi qasî ku Kurdistana serbixwe bixwaze, biparêze ne wêrek e.
Çimkî li hemberî me dewleteke mezin û dirinde ye. Di tarîxa me ya dûr û nêz da qetlîamên mezin anîne serê me.
Ev hemû rast in. Lê li alî din dibê em viya jî ji bîr nekin, ji bo ku tiştê îro mimkûn xuya nake mimkûn
bibe tenê riyek heye, ew jî baweriya bi mimkûnbûna wê ye.
Ma kê bawer dikir Împaratoriya Romayê, Bîzans, Dewleta
Osmanî ewê hilweşin?
Ma kê Bawer dikir sîstema sosyalîst ewê çê bibe û dûra jî
hilweşe?
Ma kê bawer dikir meleyekî bi navê Xumeynî ewê Şahê Îranê
wergerîne û rejîmeke îslamî û celad damezirîne?
Ma 15 sal berê kê bawer dikir sûtalekî wek Ahmed Şera(El
Colanî)ewê Beşar Esed bixîn eû bibe serokê Sûriyê?
Bêhêvî nebin, avabûna Kurdistanê mimkûn e, lê ji bo wê
bawerî, xebat û îstîkrar lazim e.
Bawerî, xebat û tifaq hebe Kurdistana azad ewê çêbe.
XXX
Berdevk û serokên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞê) bi dor
dibêjin ew federaralîzmê, desthilateka kurdan qebûl nakin, ev xeta wan a sor e.
Gişên wan daxwaza tirkan dubare dikin, ew bi xwe nikanin tu
biryarê bidin. Hevsarê wan di destê tirkan da ye.
Gişên wan qûqle û emirberên Tirkiyê ne, tirkan çi emir dabe
wan, ew jî wek papaxanan wî emrê tirkan dubare dikin.
Lema jî erê mixatabê me ereb in, lê ew ne bi serê xwe ne,
hevsarê wan di destê tirkan da ye. Nikanin tiştekî bêyî destûra tirkan bikin.
Ji bo wê jî mixatabên kurdan di rastiyê da tirk in, çeteyên
îslamî xulamên wan in. Kurd viya baş zanin.
XXX
Siyasetmedar, serokên tirk li hemberî kurdan tim durû, sêrû
bûne, tim xwestine kurdan bixapînin. Pirê caran jî mêrikan bi ser ketine.
Lê gava tu bi derewên xwe, bi durûtiya xwe yekî dixapînî ew
kes nabe ehmeq. Tu dibî yekî bêşexsîyet, yekî durû, virek, bêexlaq.
Bawerî û xebat
Em kurd ne derzî ne, ne şûjin in, ne jî dirêş in. Em ne
merivên nerind û gelac in.
Em ne li dû xerabiya tu kesî, tu miletî ne.
Lê dîsa jî em wek dirêşê di tirkan ra diherin.
Bi şev û roj li dû me ne, tim dixwazin me bifetisînin.
XXX
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar