06 januari 2025

Însan çima wiha dikin?

Emelîyatên estetîk û deqên ereban mala însanan şewitandiye, ew kirine însanên nû, sentetîk, ji otantîkiya xwe derketine.

Jin bi emelîyetên estetîk, bi botoksê, bi werimandina lêvên xwe, bi çêkirina buriyên xwe, wek kerikonekî reş bi eniya xwe va dizeliqînin xwe dikin ibret.
Pir ne xweşik dibin, dibin sosiret. Li ber çavên min wisa xuya dike.
Mêr jî bi deqên li canê xwe, li ruyê xwe çêkirine ji otantîkiya xwe, ji xwezayî û normaliya xwe dûr ketine, bûne wek însanên ne vê dinyê, mexlûqatên ji cîhaneka din.
Însan çima wiha dikin, çima vî ezabî bi canên xwe dikşînin, çima wiha bûn aqilê min nagire.
Bi van emelîyat û deqan xweşiktir nebûne, bûne ibret. Diyar e ew vê ibreta anîne serê xwe xweş dibînin, jê hez dikin.
Heyf, di fîlm û telewîzyonan da, di medyaya sosyal da gava ez wan dibînim dilê min pir bi wan dişewite. Diyar e neynik li xwe qedexe û heram kirine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar