04 januari 2025

Hebûna îdareya Kurdistana Rojava di ser hemû bertîlên tirk pêşniyar dikin ra ye

Tirk ji bo ku rê li ber azadbûna kurdên Kurdistana Rojava bigirin, ji bo ku nehêlin kurd bibin xwedî federasyon li riyekê, li çareyekê digerin.

Ji bo xapandinê dixwazin gelek alternatîfan biceribînin. Gelek bertîlên xapandinê pêşniyarî Evdila Ocalan, PKK´ê, PYD´ê û HSD´ê dikin.

Gerek PYD, HSD, PKK kurdên Rojava wek dema Şerê Cîhanê yê Yekê bi derewên tirkan neyên xapandin.

Têkiliyên Tirkiyê bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra, gotegotên ”pêvajoyeke nuh”, berdana Evdila Ocalan, derxistina efûyeke giştî hemû ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî statuyeke siyasî ye; ji bo ku kurd wek berê bindest bimînin.

Bi gotineke din birêvebirên Tirkiyê bi vê bazara bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra dikin, dixwazin bi alîkariya Ocalan rê li ber federasyona kurdî bigirin û tevahiya Kurdistana Rojava bikin Efrîn.

Helbet Evdila Ocalan û PKK jî vî hesab û pilana tirkan zanin. Gerek bizanibin.

Ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê federasyoneke kurdî çênbe tirk kanin her tawîzê bidin PYD´ê, HSD´ê û PKK´ê. 

Evdila Ocalan jî di nav da bi rastî jî kanin hemû girtiyên siyasî berdin. Kanin serok û kadirên PKK´ê serbest bihêlin.

Tirk vanan gişan bikin jî dibê kurd dev ji statuya Kurdistana Rojava bernedin.
Qala çekberdana PKK´ê jî tê kirin, lê dewleta tirk ne li pey wê ye.

PKK dev ji şerê çekdarî berdide, bernade ne xema dewleta tirk e. Ez bawer nakim tirk dixwazin PPK dev ji şerê çekdarî berde. 

Hebûna Qendîlê û teqreqa bi zirar li fêda tirka ye. Tu kareke kurdan û zirareka tirkan di şerê PKK´ê da êdî tune ye.

Tirk van hemû alternatîfan, taktîkan, pêşniyarên ji Evdila Ocalan û PKK´ê ra dibin ji bo ku kurdên Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî statuyeke siyasî.

Tiştên din, berdana Ocalan, efûyake giştî hemû laf î guzaf e, gotinên vala, bêmane ne. Armanca wan li Rojavayê Kurdistanê desthilata kurdan çênebe.

Erdogan digot dibê me nehîşta ”Bakurê Îraqê” çê bibe, bi hîştina wê me şaşiyeke mezin kir.

Li Sûriyê emê vê şaşiyê nekin, emê nehêlin ”Bakurdê Sûriyê jî çêbibe.”
Mesele ev e.

Tirk çi gavê davêjin bira babêjin, çi tawîzê didin bira bidin; yên baş dibê em qebûl bikin, yên xerab red bikin.

Lê tu tawîz ne bergegenî fedakirina Kurdistana Rojava ye. Ya ji bo me muhîm û mayinde çêbûna federasyona kurdî ye. Ev, di ser hemû tawîzên din ra ye, ji hemûyan muhîmtir e.

Ew efûyeke giştî jî derxin jî, girtiyên siyasî gişan berdin jî dibê em dev ji desthilata Kurdistana Rojava bernedin, erdê bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye girtin teslîmî terorîstên îslamî û Tirkiyê nekin.
Xeta me ya sor hebûna Kurdistana Rojava ye, dibê kurd xwe îdare bikin, dibê meclîseke kurdan hebe û kurd xwedî hêzeke leşkerî, ewlekariyê bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar