03 januari 2025

Fransayê careke din nîşan da ew li pişta miletê kurd e


Wezîrê karên derve yê Fransa Jean Noel Barrot û Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro ji nişka ve çûn Şamê, bi serokê Sûriyê û HTŞ´ê Ehmed Şara ra hevdîtineke kirin.

Di merasima pêşwazîyê da Ehmed Şara bi  destê Annalena Baerbock negirt.
Mêrik nîşan da cil guhertibe, qirawat girê dabe jî hîn cîhatçîyekî DEAŞ´î ye...

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean Noel Barrot di civîna çapemeniyê da li ser piştgiriya bi kurdan ra tiştekî pir muhîm gotiye:

"Divê çareseriya siyasî bi hevpeymanên Fransayê ra were kirin. Hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê kurd in. Me bi kurdan ra mil bi mil li dijî terorîzma îslamî şer kir."

Ev beyana Jean Noel Barrot bi qasî ku ji bo me kurdan pir manîdar û girîng e, ji bo Ehmed Şara û Erdogan jî wek şîrmaqeke li ruyê wan xîne. Ev şêla fransayê û Îsraîl kane tesîrê li Donald Trump jî bike.

Herdu wezîr wer hewante neçûne ba vî terorîstê bi qirawêt. Miheqeq şêla Yekîtiya Ewrûpayê jê ra diyar kirine. Ji şertên wan yek jî qebûlkirina mafê miletê kurd e.

Ez bawer dikim Almanya jî bi Fransayê ra piştgiriya kurdan dike.
Ev piştgiriya Fransayê ya bi kurdan ra serokên Tikriyê dîn û har dike. Lê nikanin tiştekî bikin. 

Tiştê kanibin bikin ji hin kesên di nava ENKS´ê da kurdan perçe bikin, berra hev bidin. Ji bo ku kurd tifaqa xwe çênekin, nebin yekdeng çi destê tirkan were ewê bikin.

Hêvî dikim PYD, HSD siyaseteke jîrana bajo û rê li ber perçebûnê bigire, nehêle ENKS bi tevayî li dijî wan be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar