11 december 2024

Ev piştgiriya Amerîkayê hêjayî teqdîrê ye

Mala emerîkiyan hezar carî ava be, ji bo ku vê bela mezin, van çete û keriyên gurên boz ji ber deriyê me dûr xînin çi ji destê wan tê dikin.

Tirkiye û qatilên Daîşê har bûne, ref bi ref êrîşê dibin ser kurdên mezlûm. Amerîka ji bo ku van êrîşan rawestîne pir aktîv dixebite.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja înê diçe Tirkiyê.

Fermandarê Hêzên Amerîkayê (CENTCOMMichael Erik Kurilla çûye Îraqê, bi serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ra civiya ye, ji wir jî çûye Kurdistana Rojava bi hêzên HSD´ê ra hevdîtin kiriye.

Ev piştgirî û hewildanên Amerîkayê hêjayî teqdîrê ye. Ez ditirsiyam dev ji alîkariya kurdan berdin û herin welatê xwe. Lê wa ye wiha nakin, kurdan di nav lepên guran da bi tenê nahêlin.

Hêvî dikim bikanibin bela tirkan ji me vekin. 

Em kurd çi bîr bikin jî dibê vê zulma tirkan tu carî ji bîr nekin. Dibê ev xerabî û êrîşên Tirkiyê di dibistan û zanîngehan da bibe dersa tarîxê. Gerek her zarokên kurd vê tarîxê baş bizanibe.

Piraktîka Tehrîr el Şam a van çend rojan nîşan da em û ereb nikanin bi hev ra bijîn, dibê em ji hev biqetin. 

Çeteyên îslamî yên HTŞ´ê li kuçe û kolanan wek Daîşê xelkê gulebaran dikin, lînc dikin û vîdeoyên wahşeta xwe belav dikin. 

Bi însanên wiha ra kurd nikanin bijîn. Dibê PYD, serokên kurdan veqetandinê, herî kêm federasyonê bikin hedefa xwe. 

Kurd li Kurdistanê heger ne xwedî artêş û hêza parastinê bin nikanin xwe biparêzin, tirk û şet3eyên ereb ewê kurdan bixun. Dibê hêza Neteweyên Yekbûyî di nabênê da be. 

Dibê kurd ewlekariya xwe saxlem, misoger bikin. Em bi tena serê xwe li hemberî van hovan nikanin xwe biparêzin, dibê hêzeke Neteweyên Yekbûyî di nabêna me û wan da were bicîkirin. 
Sûriye êdî nemaye, dibê em bibin du dewletên cîran.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar