11 december 2024

Emê ji vê bela mezin çawa xelas bibin ez nizanim...

Li Kurdistana Rojava şertên gelê me ji bindestiyê, ji bin zulmê azad bibe çêbûye. Dibê em vê carê vê îmkanê, vê fersendê ji dest xwe nedin der.

Lê serok û birêvebirên Tirkiyê bela xwe ji me venakin, ji ereban bêtir êrîşî gelê me dikin, nahêlin kurd azad bibin.

Du hefteye bênabên, her roj Kobanê, Qamîşloyê, Minbiçê û li gelek derên din êrîşî kurdan dikin. Li Eyn Îsa 8 kes kuştine. Bi droneran gelek der bombebaran kirine.

Qey Amerîka nikane van êrîşan rawestîne. Amerîkî di nabênê da ne, dixwazin êrîşan rawestînin. Mêrikan guh nadin Amerîkayê. Mirina xwe kirine çavên xwe.

Zoreke mezin nebînin ewê bela xwe ji kurdan venekin. Pir êrîşkar bûne. Ji ber ku azadiya kurdan nêzîk bûye agir ketiye wan, har bûne. Çeteyên ereb jî baş bi kar tînin. Her roj wan dajon ser kurdan.
Hêvî dikim Amerîka bikanibe van faşîstên bûne neyarên serê me rawestînin.
Ez pir bêhuzûr im, lê tiştek ji destê min nayê.

Serokên mej î zêde ne xurt in. Gerîla di micadelê da, di şer da qehremaniyên mezin kirin, welatê xwe baş diparêzin. 

Lê ditirsim li ser masê, di bazara siyasî da wenda bikin. Seok û pêşengên siyasî zêde xurt xuya nakin. Sûriye nemaye, şertên federasyonê baş kemilîye. 

Maye li ser serokên siyasî. Heger ew jîr bin, jêhatî bin ewê ya federasyonê ya jî serxwebûnê bidest xînnin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar