12 december 2024

Heta Kurdistan çênebe li herêmê aramî ne mimkûn e

Di praktîkê da Sûriye û Îraq nemaye, herdu jî belav bûne. Bi zor bi hev va dizeliqînin. Lê çi zamq û çîrêzê jî bi kar bînin Sûriye û Îraq careka din nabin dewletên berê.

Kevirên domînoya hilweşînê ji Sûriyê hetanî bi Iraqê û Îranê dirêj dibe. Ji bo ku li herêmê aramî û îstîkrar çêbibe pêwîstî bi dewletek kurdî, bi çêbûna Kurdistanê heye.

Amerîkayê, dinyayê ev yek baş fêmkirine. Lê Tirkiye nahêle Kurdistan çêbibe. Heta ev bela berteraf nebe li tu beşekî Kurdistanê azadiya me ne mimkûn e.

XXX

Ji bo meriv bi ser keve, bigihîje mexsed û mirazê dilê xwe dibê meriv fersendekê nepê, wê bixuliqîne.

Çimkî riya qezenckirinê, biserketinê xebat û baweriya bi serketinê ye.

Baweriya me bi serketinê heye û ji bo vê jî bi sedhezaran canfîdayên kurd û Kurdistanê dixebitin.

Lê bêşansiya me dijminê me pir xurt e, pir zalim e û gelkî jî har e. Bi kerîyan çeteyên îslamî dajon ser miletê kurd.

Bingeha, şertê azadiya me, çêbûna Kurdistanê çêbûye, lê ev zalimên tirk nahêlin, em perîşan kirine. Ji berê û ber da ye tirkkan nehîştine Kurdistan çê bibe.

XXX

Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu gotiye:

”Yê bi me ra hevkariyê bike ewê qezenc bike, yê êrîşî me bike ewê wenda bike.”

Rast e, tarîx şahidê vê rastiyê ye. Heta nuha yên şerê Îsraîl kirine li zirarê derketine.

Heta em kurd jî nebin xwedî dewleteke wek Îsraîl emê tu carî ji êrîşên dagirkeran xelas nebin, tepa faris, ereb û tirkan ewê tu carî ji ser serê me kêm nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar