09 december 2024

Dibê meriv pir bilind nefire

Erdogan xwe wek nêçîrvanekî pir zîrek û kone dihesibîne, aqil di ser aqilê xwe ra nabîne, xwe wek alemî cîhan dibîne. Pir bilind difire, neheqî û zulmeke pir mezin li kurdan dike. 

Lê nêçîrvanên di kemîna xwe werdibin jî hene.

Ji rûvî feneketir tuneye, lê belê li çarşî û li bazarê herî zêde postê wî heye.

Taktîk û metoda wî ya li hemberî kurdan tenê zor e, zorbatî ye. Li Kurdistana Rojava bênabên viya bi kar tîne.

Zorbatî jî hetanî derekê ye, dûra kane bibe sebebê têkçûna meriv. Ji zaliman dudu, Saddam û Esed çûn, mane dudu, hela em binêrin tarîxê derseke çawa bide wan.

XXX

Li gorî hin xeberên medyayê li Şamê milet Banka Merkezî û Qesra Serokkomar talan kiriye.

Bi balye û çewalan pere û zêr ji Banka Merkezî kişandine. Miheqeq Esed têra xwe biriye, nuha jî dora milet û çeteyan e.

Qesra Seokkomar jî rût kirine, heta bi fera û fol, kêr, kevçî, çetel, lampe, porselenan tiştek nehîştine.

Tê gotin qismekî qesrê jî şewitandine. Meriv çawa qesra welatê xwe, talan dike, dişewitîne?

Ji bo ku însan karekî wiha bike dibê hov be, ji medenîyetê bêpar be.

Medenîyet wer ne rehet e, di demên wiha da mistewa miletan nîşan dide.

XXX

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu gotiye:

"Ketina Esed netîceyeke operasyonên Îsraîl e.

Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye. Hilweşîna rejîma Esed, têkçûna dîktatorê li Şamê derfeteke mezin dide me, lê di heman demê da bi metirsiyên mezin re jî hene.

Em destê xwe yê aştiyê dirêjî her kesê li derveyî sînorên xwe, yên li Sûriyeyê dikin; durzî, kurdan, xirîstiyanan û misilmanên dixwazin bi Îsraîlê ra di nav aştiyê de bijîn."

Ev dîtin rast e, di nivîsa xwe ya do da min jî eynî tişt got.

Îsraîl bi êrîşên xwe Hamas, Hizbullah anî ber nuxteya qedandinê. Û her wisa Esed mecbûrî revê kir û Îran jî ji Sûriyê paqij kir.

Dibê ereb rabin, rûnin sipasî Îsraîl bikin, ji bo ku Sûriyê ji bin kontrola Îranê derxist.

Piştî Esed dorra Îranê ye, bi baweriyê min aqûbeta Esed ewê ya meleyên Îranê be jî. Lê ewê gelek xwîn birije.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar