09 december 2024

Gerek Amerîka û Îsraîl nehêlin li Kurdistana Rojava kurdan bifetisînin

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar nîşan daye ew û dewleta wî dost û dilxwazê miletê kurd e. Gîdoon Saar gotiye:
"Dibê êrişên li ser kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî wan mêrxasan berpirsiyar e.
Em bi hevalên xwe yên hikûmeta Amerîkayê û bi yên welatên din ra li ser vê yekê dipeyivin.Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine û li Sûriyeyê faktoreke aramîyê ne."

Ev gotinên Gîdoon Saar ji bo me kurdan pir muhîm e û tarîxî ye. Dibê em kurd jî qedrê xwediyê van gotinan bizanibin. 
Dost û dijmin di rojên teng û giran da xuya dibe. 

Gîdoon Saar bi vê beyana xwe nîşan daye ew dilxwaz û dostê miletê kurd e.
Hebûna Kurdistana Rojava, çêbûna Kurdistanê ne ji bo me kurdan tenê, ji bona Îsraîl, Amerîkayê û Ewrûpayê jî baş e, di berjewendîya wan da ye. Li herêmê dewleteke dost û hevalê wan çê dibe.

Wezîra berê ya Îsraîlê Ayelet Shakedê û senatorê Amerîkî yê partiya Cumhûrîyetçî Lindsey Graham jî gotine “Dibê Amerika û Îsraîl piştgiriyê bidin kurdan, nehêlin Tirkiye û çeteyên îslamî, Tehrîr El Şam êrîşî kurdan bikin...”

Gerek Îsraîl û Amerîka nehêle Tirkiye êrîşî kurdan bike. HTŞ, ya jî hêzeke din Tirkiye nebêje êrîşî kurdan nakin. Yanî talûkeya mezin  ne HTŞ û terorîstên din in, Tirkiye ye, dibê Amerîka û Îsraîl nehêlin Tirkiye bela xwe di kurdan bide.

Hilweşîna hukûmeta Kurdistana Rojava, li Sûriyê têkçûna kurdan bi qasî kurdan, li zirara Îsraîl, Amerîka û Xerbêye jî.
Heger HSD, PYD têk biçe, îdareya îro li Kurdistana Rojava heye 50 hezar çeteyên Daîşê yên girtî ewê tevî HTŞ´ê bibin. Evy ek ji bo Îsraîl û Amerîka û Xerbê jî talûke û belayeke pir mezin e.

XXX

Ya emê bindestiya xwe ya ebedî qebûl bikin, ya jî emê ji bo azadiya xwe bixebitin, wek miletên cîran li welatê xwe azad bijîn. Ji bo ku ev yek bi rast bigere dibê siyasetmedar û serokên me gavên aqilane û bi mesûlîyet bavêjin.

Li Kurdistana Rojava azadiya miletê me hatiye ber derî, gerek em derî lê vekin.

Seokên me, partiyên me, ronakbîrên me dibê giş bi hev ra li Kurdistana Rojava xwedî derkevin, wê biparêzin, parastina kurdên rojava ji Neteweyên Yekbûyî, ji serokên dinyayê bixwazin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar