08 december 2024

Pêşnîyarek ji weşanxaneyên kurdî û ji zengînên amedî ra


Îro roja dawî ya Fûara Kitêban a Diyarbekrê ye. Hêvî dikim weşanxaneyên beşdarî fûarê bûne li zirarê derkevin.

Ez newêrim êdî ji amedîyan ra bibêjim herin kitêban bikirin. Çimkî feqîr û fiqareyên amedî xwe wek barçêmkê rûçikandin, qurişek di bêrîka kesî da nema.

Berê ne nivîskar hewqasî pir bûn, ne jî weşanxane. Nuha bi sedan nivîskar hene, jimara weşanxaneyan jî pir zêde bûne. 

Bi hezaran kitêb li piyasê hene. Meriv nizane kîjanê bikire, kîjanê nekire.

Nivîskar jî giş nas û dost in, meriv nikane kitêba yekî bikire, ya yê din nekire. Tew hinekaan çend heb bi hev ra çap kirine. Yanî feqîr nikanin ji bin vî barê giran rabin.

Lema ji dêlî feqîran, ez ji zengînan ra, ji kesên halxweş ra dibêjim di vê roja dawî da herin fûarê kitêban bikirin û li nas, dost û hevalên xwe belav bikin.

Zarokan ji bîr nekin, zarokan jî şa bikin, ji wan ra jî bikirin.
Comerdîyeke wiha pir hêja ye û gelkî jî bi fêde ye. 

Bi vê comerdiya xwe hûnê him çêyiyeke pir baş bikin, fêdeyê bigihînin weşanxane û nivîskaran û li alî din jî nas û dostên xwe, hevalên xwe dilşa bikin.

Hesab bikin çend mîvanên we hatine û hûn wan diezimîn aşxaneyekê, heqê xwarina wan didin.

Pêşniyarek min jî ji bo weşanxaneyan heye. Ji ber ku roja dawî ye, dibê weşanxane jî kitêban ji %50 erzan bikin. Ji bo ku xelk kanibe ji xwe ra bikire. Ji dêlî ewê pêşek pere lê bidin, pakêt bikin, paş da bibin, bira bi nîvbihayî bidin.

Ji bîr nekin riya xwe bi Weşanxanê PALL´ê û DARA jî xînin. Kitêbên min li wir hene.
De hatanî fûareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar