18 november 2024

Yên dixwazin NECO nas bikin dibê Rûpelên ji Qelema Min bixwînin


Min kitêba bi navê ”Kalemimden sayfalar/Rûpelên ji qelema min” xwend û nivîsek li ser nivîsî.

Birayê Necmettîn Buyukkaya(Neco), Şervan, qismek ji notên, nameyên, nivîsên NECO di vê kitêbê da bi dûzan anîne ba hev. 

Şervan Buyukkaya karekî pir hêja, hêjayî teqdîrê kiriye. Xwendina bi hezaran rûpelên destnivîs, tasnîfkirina wan, nivîsîna wan karekî pir û pir zor e.
Şervan bi vê xêbata xwe him ji bo Neco, him jî ji bo tarîxa me xebateke muhîm kiriye. Mala camêr hezar carî ava be.

Kitêb 699 rûpel e û ebata A4. Yanî kitêbeke mezin e. Çapa 2 ye, di sala 2008´a da li Stenbolê ji alî weşanxaneya Vate ve hatiye çapkirin.
Berê min kitêb çend caran girtibû destê xwe, bala xwe dabûyê, nêt kiribû bixwînim, lê wer nebû qismet, ma heta îro. Çend roj berê min dest pê kir, xwend.
Piştî min destpê kir, êdî min nikanîbû ji dest xwe daniya, di nav çend rojan da min qedand.
Neco di sala 1943´a da li Swêregê, li gundê Qerexana Jêrîn hatiye dinê. Ji malbateke feqîr e. Dibistana destpêkê û navîn li Swêregê, lîse sinifa yekê li Amedê, sinifa 2-3 li Edenê xwendiye.
Li Edenê him xebitiye him jî xwendiye; pembo top kiriye, emeletî kiriye. Bi şev xebitiye, bi roj çûye dibistanê.
Di van şertên giran da lîse bi îftîxar xedandiye û dûra di sala 1966´a da zanîngeha Stenbolê qezenc kiriye.
Li Stenbolê jî him xebitiye, him jî xwendiye. Gava qala karên kirine dike meriv him matmayî dimîne, him jî dibe heyran.

Wek min li jor jî got, kitêb, nameyên ji ji birayê xwe Şervan ra, ji nas, dost û hevalên xwe ra şandine, notên di demên cuda girtine, nivîsên nivîsîne.
Bûyerên bûne şahid, tiştên hatine serê wî, çavdêriyên wî roj bi roj, heta dawiya 1981´ê di kitêbê da hene. Hin nivîs jî bêtarîx in.
Meriv di van not, name û nivîsên wî da him Neco û canfîdayiya wî baş dibîne, him jî di heqê Tirkiyê û Kurdistana wê demê da, bûyerên wê demê qewimîne û wî çi kiriye, micadeleyeke çawa daye agahiyên pir muhîm bi dest dixîne.
Li ser avabûna partiya xwe PDK-T´ê, yanî partiya Dr. Şivan, li ser têkiliya wan û YNK´ê, li ser şerê Qiyada Miwaqet, PDK´ê û YNK´ê, li ser alîkariyên wî bi YNK´ê ra kiriye agahiyên pir muhîm, yên me nizanîbû hene.
Di warê alîkariya bi YNK´ê ra fedekariyên wer kiriye, talûkeyên wer daye ber çavên xwe aqilê meriv disikine. Qet nig di bin xwe ve nekiriye. Mehê çend caran daketiye binxetê û çûye jor. Her carê çend pasaport û nasnameyên cihê pê ra bûne. Gelekê caran jî bi qaçaxî, xwe li sînor qelibandiye.
Ji bo ku meriv Neco baş nas bike, bizanibe çi kiriye, siyasetmedarekî, lîderekî çiqasî muhîm û mezin bûye dibê meriv vê kitêbê bixwîne.
Merivekî pir aktîv e, wesfê serokatiyê pê ra heye, bêtirs e, lê haya wî ji muhîmiya wî tune ye, qîmeta xwe nizane. Lema tiştê dibê ew neke dike, derên dibê ew neçê diçê.
Lema tim canfîdayê herî pêşî ye, wek serokên din tu carî xwe nade dawiyê, jiyana xwe nagire garantiyê. Tim di devê topê da, her tim kane were girtin û were kuştin.
Di dema her kes ji Tirkiyê û ji Kurdistanê direve, ew di salên 1980-1981, 1982a´ da ji Swêd, ji Ewrûpayê lêdixe diçe Kurdistana Bakur, Rojava, Başûr, diçe nava pêşmergeyên YNK´ê.
Bi tonan, bi qamyonan sîlehên giran û sivik, doçqeyan, bi qefleyan pêşmergeyên YNK´ê derbas ji Sûriyê derbas dike, xwe li mirinê diqelibîne. Bi rojan bi qantiran sîlehan digihîne YNK´ê.
Li Sûriyê, li gumruka Tirkê, li Amedê tê girtin. Carê dema tirk digrin 7 pasaport pê ra bûne. Tirk ferq dikin pasa wî sexte ye. Qebûl dike.  Lê dibêje ew ji Îranê ye, azerî ye. 200 mark û çend hezar perê tirk bertîl dide mamûrên gumrikê, bi zor xwe xelas dike.
Li Amedê belavokeke Qiyada Miwaqet pê ra, pûlis munîbûsê radiwestîne, rêwiyan saxî dikin. Wî, tuxtor Salih Ozgokçe û yekî din ji rêwiyan vediqetînin. Dûra Dr. Salih û yên din berdidin, wî digrin. Di wê qerembolê da deftera xwe ya notan/telefonê dixe destê Dr. Salih. Dibêje heger defter bihata girtin talûke mezin bû, ez xelas nedibûm.
Dr. Salih Ozgukçe mêraniyeke mezin dike, defterê digre, di dema saxîkirinê da di nav destê xwe da vedişêre. Pûlis nabînin. 

Dr. salih berdidin, wî digrin. Çend heftan di hundur da dimîne. Îşkenceyeke mezin lê dikin, lê tiştekî nabêje, berdidin. 

Pûlis cara pêşî li wir wî tespît û nas dikin, rismên wî digrin. 
Gelek carên din jî talûkeyên wisa derbas dike.
Dibê yekî wek wî wer nekira, dibê yekî wek wî qedrê jiyana xwe bizanibûya. Çimkî yên wek wî zû bi zû dernakevin. Dibê di wan şertan da neçeûya Tirkiyê. Ma di wan şertan da li Amedê kanîbû çi bikira?
50 sal e Dr. Şivan hatiye kuştin hîn jî ji nava kurdan lîderekî di çapa wî da, yekî kanibe dewsa wî dagire derneketiye.
Neco jî yekî ji van lîderan bû.
Ji dema li Stenbolê dest bi Zanîngeha Huqûqê kiriye(1966) hetanî roja 15´ê nîsana 1982´a li Amedê ket kemîna neyarên xedar, xebateke wer kiriye, micadeleyeke wer daye aqilê meriv disekine. Wek mûriyan xebitiye. Merivekî hîperaktîv bûye. Însanên wek wî pir kêm in.
Di salên 1970´î da not girtiye, gelek nivîs û name nivîsîye. Di wan salan da ev tişt ne normal e.

Neco hîn di dema xwendekariya xwe da, li Stenbolê berê di nava Partiya Karkirê Tirkiyê(TÎP´ê)û xwendekarên çepên tirk da, dûra di nav DDKO´ê da derketiye pêş. Wefsê wî yê lîdertiyê hebûye.

Xortekî zana, pêşeng, pir cesûr bûye û destê wî qelemê girtiye.
DDKO, komeleyeke xwendekarên, ciwanên kurd e, kurdên nexwestine bi çepên tirk ra bin, di nav DDKO´yê da kom dibin.

Di nabêna 1969-1970´î da ew, Hîkmet Bozçali û Mehemt Cana dibin komîteya avakirina DDKO û dema DDKO´o ava dibe, Neco dibe serokê DDKO´ya Stenbolê. Merivekî pir çep e, komunîst e, dixwaze îdeolojiya çepîtiyê xurt û belav bike.
Di dawiya 1970´î da ji dozekê lê tê gerandin, hetanî dawiya gulana 1971´ê li Stenbolê xwe vedişîre; di 26´ê gulanê da ji Stenbolê derdikeve, di 28´ê gulanê da digihîje Hîlwanê. Êdî li welêt e.

Di 26´ê hezîrana 1971´ê ji Kurdistna Rojava, ji wir derbasî Kurdistana Başûr dibe. Cara pêşî Dr. Şivan li Zaxoyê dibîne.
Dema dihere wir ne hevalê Dr. Şivan e. Li Dişêşê, di 10´ê temûzê da sonda endametiyê dixwe û dibe endamê PDK-T.
Piştî demekê ew û hin endamên partiyê yên li kampê dimînin li hev nakin, di nabêna wan da hin teşxele û minaqeşeyên ne xweş çê dibin, carnan radibin hev, tu nabîne hevdu bikujin.

Carekê di nabêna wî û C da minaqaşe çê dibe, C destê xwe davêje ço. Neco pir aciz dibe, C dawetî dueloyek bi tivingê dike.

Li ser vê, ji dêlî C, Muhterem Bîçîmlî dueloyê qebûl dike, radihîje tivingê, dibêje were ez û tu herin. Muhterem piştgiriya C dike.

Neco di nota xwe da dibêje, ”bi taybetî Çiya(Muhterem Bîçîmlî)pir ji dil xuya dikir.

Dûra Neco û Muhterem dibin hevalên pir samîmî.

Lê hevalên wan dikevin nabênê nahêlin.

Di nota xwe ya 12-13´ê cotmeha 1971´ê da gotiye:

”Min dawî li minasebeta hevaltiya xwe hevalên vira anî. Fena ku li mîvanxaneyekê, ya jî li otêlekê ez bi hin kesên xerîb ra dimînim hereket dikim. Tiştê min li vir digire, tenê sonda min bi bawerî sond xwariye.”

PDK´a Îraqê  bi emrê Mistefa Barzanî Dr. Şivan (Dr. Sait Kırmızıtoprak) û du hevalên wî Brûsk(Hasan Yikmiş) û Çeko(Hîkmet Buluttekîn)bi îthama Seîd elçî kuştine li Gilalayê digrin, dûra di 26ê mijdarê(26/11-71) da gulebaran dikin.

Piştî girtina Dr. Şivan û herdu hevalên wî, digrin ser kampa partiyê ya li Dişêşê. Li kampê ewraq, arşîv, kitêb, textîlo, pere, sîleh, çiyê partiye hebe, dest didin ser her tiştî, dibin.
Û yên li kampê jî gişan digrin, dibin dereke din.
Dr. Şivan, Çeko û Brûsk davêjin zindanê, havalên wî berdidin.

Piştî berdanê her kes li çara serê xwe digere. Neco û çend hevalên xwe di 22´ê sibata 1972´da ji Bamernê derbasî Sûriyê, Kurdistana Rojava dibin. Di 26´ê sibatê da xwe digihînin Qamîloyê.
Heta îlonê li Kursistana Rojava dimînin. Di 8´ê Sibatê da Kurdo(Omer Çetîn)dihere Pragê. Neco piştî wî bi du hefta, di 22´ê îlonê da ew jî dihere Pragê.
Li wir ew û Omer Çetîn hevdu dibînin. Mîrhem Yîgit, Yekta Ceylan, Selîm Baban, Mohamed Muhtedî jî wê demê li wir in, ew gelkî alîkariya wan dikin.
Di 6´ê cotmeha 1972´a da ew û Omer Çetîn tên Swêd îltîca dikin. Piştî 4 meha(25/1-73)îltîca wî qebûl dibe, di nota xwe ya wê rojê da dibêje ”min îro fremlingpas girt.”
Li Swêd ew û hevalên xwe xebata xwe ya siyasî didomînin, di nav kurdan da dixebitin, hewil didin hevalan ji xwe ra çêkin.

Nêta wî ne ew e li Swêd bimîne, jiyaneke xweş û rehet biborîne.
Na, dixwaze ji bo gerrê pasaportek di bêrîka wî da hebe, ji bo ku kanibe li Ewrûpayê bigere, bixebite, here Sûriyê, Lubnanê, program û destûra partiyê amade bikin û ew û hevalên xwe herin li welêt bixebitin.
Di di nota xwe ya 26´ê hezîrana 1973´a da dibêje bi xemgînî têkliya xwe ji Biro(Omer Çetîn)dibirim. Dibêje cergî em hatine vir(Swêd) têkiliya min û wî a şexsî baş nebû.

Dûra gelek carên din jî gazinan ji Omer Çetîn dike, wî rexne dike. Lê hevaltiya wan a siyasî dîsa jî hetanî 1977´a dom dike.

Têkiliyê bi hevalên xwe yên li welatên din ra datîne, carnan dihere ba wan.

Di 22´ê adara 1974´a da dihere Almanyayê, beşdarî Newrozê dibe,  li gelek bajaran digere, civînan çêdike.
Bi kurdên ne hevalên wî ne li ser mesela kuştina Dr. Şivan û hevalên wî minaqaşe dike, agahiyan dide wan. Dibêje tiştê hevalên Barzanî di heqê Dr. Şivan da dibêjin ne rast e, ji bo kuştina Dr. Şivan komployek çêkirin.
Ew û hevalên xwe Omer Çetîn, Soro(Nazmî Balkaş), Muhterem Bîçimlî û hinên din dixebitin ji bo ku PDK-T´yê ji nuh ve ava bikin û xebata xwe bidomînin
Di 28´ê mehê da diçe Berlînê. Di 2´ê nîsanê da diçe Şamê. Li wir program û destûra partiyê hazir dikin. Cûdî(Omer Ozsokmenler)dibêje dibê partiyeke ji bo hemû Tirkiyê be, Soro û Neco qebûl û hevalên wî qebûl nakin, Cûdî ji partiyê vediqete.
Li mala Ekrem Cemîl Paşa pêşgotina programê diqedînin.
Memduh Selîm Beg û gelek kurdên din dibînin, dûra di 14´ê mehê da(14/4-74)diçin Bêrûdê. Diçin Mala Selah Bedredîn, du şevan li wir dimînin.
Celal Talabanî jî wê demê li wir e. Têkiliyê pê ra datînin, li otêla Brîstolê hevdu dibînin. Ji hevdîtinê pir memnûn dimînin.

Selah Bedredîn dibêje Mam Celal jî ji civînê pir kêfxweş bûye.

Xaniyekî meha wî bi 300 lîreyî kirê dikin. Bi tesadufî rastî Nezîr Şemikanlî tên. Nezîr ji wan ra qala serpêhatiya reva xwe ya ji hefsê dike. Lê kêfa wî ji Nezîr ra nayê, jê ra nabêjin ew çi dikin. Jê ra dibêjin heta deh rojan ewê herin.
Ew program û destûra partiyê(PDK-T)textîlo dike, Kurdo(Omer Çetîn)kurmanciya wê rast dike. Di 1´ê gulanê da program û destûrê didin çapxanê.
Di 14´ê gulanê da ew, Kurdo û Selah Bedredîn endamê polît buroya Cepheya Gel a Rizgariya Filistînê, Saleh Saleh dibînin.

Selah Bedredîn tercumaniyê dike, Kurdo agahiyê dide. Ji yê filistînî alîkariya perwerdeya leşkerî, alîkariya madî, cuzdan, pasaport, derxistina weşanekê ji bo nasandina kurdan û berdewamiya têkiliyan dixwazin.

Di eynî rojê bi berpirsiyarekî Partiya Komunîst a Libnanê ra jî hevdîtinekê çêdikin. Ew, Kurdo û Soro beşdar dibin. Selah Bedredîn dîsa tercumaniyê dike.
Li Libananê bi şev û roj dixebitin, bi hin partiyên Sûriyê, Îraqê ra hevdîtina dikin. Perê wan tune ye, pir zahmetiyê dikşînin. Ji hin partiyên Libnanî alîkariyên maddî bi dest dixin. Program û destûrê çap dikin.
Di 25´ê gulanê da ew, Soro û Kurdo(Omer Çetîn)bi serokê Cepheya Gel a Rizgariya Filistînê Naîf Havatmê, Ebû Ednan û yekî din ra hevdîtinekê dikin.  Daxwazên xwe yên berê dubare dikin. Naîf jî soza alîkariyê dide.
Muhterm Bîçîmlî ji Almanyayê diçe wir. Soro li Bêrûdê dimîne, ew, Kurdo û Çiya diçin Sûriyê. Leşkerên libanî li ser hudûd wan digrin, şevekê di bin çavan da dibînin.

Di 2´ê hezîranê da li Şamê ne. Diçin mala Ekrem Cemîl Paşa. Ji wir diçin Helebê, diçin Qamîşloyê, dixwazin program û destûrê bişînin Kurdistana Bakur.
Çiya derbas dibe. Ew hetanî dawiya hezîranê li Binxetê dimîne, diçe gelek bajaran, gelek kesan dibîne, têkiliyê bi hevalên li welêt ra datînin. Di 29´ê hezîranê da diçe Berlînê.
Li Almanyayê diçe gelek bajaran, gelek kesan dibîne. Mijara esasî minaqaşa li ser kuştina Dr. Şivan e.
Heta destpêka 1975´a li Swêd dimîne, lê qet rûnane, wer xebata siyasî dike.
Di 15´ê sibata 1974´a da li Tirkiyê efûyek derdikeve.
Neco piştî wê bi salekê, di sibata 1975´a vedigere Kurdistanê û ew hevalên xwe yên berê dest bi xebata siyasî dikin, endam û kadirên PDK-T´yê ji nuh ve topî ser hev dikin.
Ji ber ku li Libnanê, li Sûriyê têkilî bi partiyên kurd, libnanî, filistînî ra danîbûn, êdî Mam Celal nas dikin, bingeheke têkiliyan amade kirine
Piştî vegera xwe ya welêt û hetanî roja tê girtin, bi sedan car diçe Sûriyê, Libanê, Îraqê, Îranê, Kurdistana Başûr û Rojava û tê.
Destpêkê ji bo partiya xwe dixebite, alîkariyên madî, çekan temîn dike.
Dûra, piştî nabêna partiya wî û YNK´ê qut dibe, nabêna wî û hevalên wî jî ne xweş dibe. Hevalên xwe bi pasîfiyê rexne dike, hevalên wî jî ji ber têkiliyên wî yên bi YNK´ê ra wî rexne dikin, dibêjin tu wexta xwe zêde didî alîkariya YNK´ê.
Li ser vê, di adara 1977´a da ew bi xwe têkiliya xwe ji partiyê ra qut dike û bêtir giraniya xwe dide alîkariya YNK´ê û di eynî wextê da jî dixwaze partiyekê ava bike.
Ji bo çêkirina partiyekê û cepheyeyeke netewî bi gelek kesan û gurûban ra dikeve têkiliyê. Bi Ala Rizgarî ra, bi PKk´ê ra, hevalên wî yên berê ne tê da bi hemû hêzên din ra dikeve têkiliyê, dixwaze partiyeke komunîst av bike.
Di havîna 1980´î da 2-3 caran Abdulah Ocalan dibîne. Carê li Libnanê, dûra li Sûriyî.
Ji bo partiyeke siyasî bi Îbrahîm Guçlu, Ala Rizgarî ra pir dide û distîne, lê netîceyekê nagire.
Di dawiya 1980şî da dihere Swêd tê, lê li wir nasekine, pasaporta xwe dirêj dike û vedire Sûriyê û Kurdistanê.

Hin kesan li dora xwe top dike, haziriya avakirina partiyeke çep, komunîst, milîtan dike.
Bi sedan, bi tonan sîleh û cebilxaneyên sivik û giran ji Sûriyê derbasî Kurdistana Bakur û Başûr dike.
Çend caran tê girtin. Talûkeyên wer dide ber çavên xwe aqilê meriv nagire.
Bi qamyona sîlehên YNK´ê yên biçûk û mezin derbas dike, digihîne wan.
Mam Celal, sîlehan ji Lîbyayê temîn dike, tînin Sûriyê, ew jî ji wir derbasî Kurdistana Bakur û dûra jî ji alî Hekariyê derbasî Başûr dike.

Di wan şertên giran da wek mûriyan dixebite, belkî bi sedan carî sîlehan û qefle bi qefle pêşmergeyan derbasî bakur û ji wirî derbasî başûr dike.
Bi hemû serok û pêşmergeyên YNK´ê da fibe we bira.
Hevalên YNK´ê 3 caran dikevin kemîna Qiyada Miwaqet. Cara dawî di gulana 1978´a da 700 pêşmergeyên YNK´ê li herêma Hekariyê dikeve kemîna Qiyada Miwaqet. Elî Eskerî, Dr.Xalid, Şêx Husên, Malûm emer  jî di nav da piranî tên kuştin. Yên êsîr digrin jî dûra dikujin. Bûyer tesîreke pir mezin li Neco dike, di notên xwe pir teferûat li ser van şer û qetlîaman agahdarî daye. Lê bêhêvî nabe, micadelê bi ezmekî hîn mezin didomîne.
Ez kanim bibêjim ne alîkariya Neco bûya YNK´ê nikanîbû dest bi şer bikira.
Carê li Qilebanê(Uludereyê) ser riya Hekariyê merivên Qiyada Miwaqet wî digrin, her tiştê wî jê distînin, dibêjin tu merivê Celal î, dixwazin wî bikujin. Du rojan di destê wan da êsîr dimîne, dûra serokekî wan wî nas dike, berdidin. Yên ew girtine jê ra dibêjin, bi rê da  me çend cara biryar da te bikujin, lê baş bû me nekir.
Di nameyeke(8/11-1977)ji Ferzende(Mehmet Ûzûn) ra nivîsîyexwe, gotiye Qiyada Miwaqet dixwaze wî bikuje, gotiye:
”me bihîstiye ji bo kuştina min Hesen Xoşnav û Nûşîrwan biryara kuştinê girtine.

Çûye ku derê tim ji birê xwe Şervan û Mahmûd ra, ji hevalên xwe ra nameyên pir dirêj nivîsîye, qala xebatên xwe û tiştên hatine serê wî kiriye. Hin rojan 5-6 nameyên her yek 7-8 rûpel dinivîsîne.
Ji Sûriyê di nameyek xwe ya ji Ferzend (Mehmet Ûzûn. 7/8-78))ra wiha nivîsîye:
”Îro ev nameya min a çara ye dinivîsînim. Her yek 7-8 rûpel bûn. Ezê ji Şervan ra jî hîn binivîsînim.)
Ev nameya wî 8 rûpelên kitêbê ye.

Mihemed Ûzûn û Celal Ûzûn bi alîkariya wî dadikevin Kurdistana Rojava. Dûra herdu jî li wir nasekinin, diçin Swêd.
Neco dixwaze Mehmet Ûzûn li Sûriyê bimîne, lê namîne. Di nameyek xwe da Neco dibêje min dixwest tu li vir bî, lê wa ye tu çûye wir û tiştê tu dixwazî li wir bikî baş e. Û gelek şîret û pêşniyaran dike.
Heta sala 1981´î ji Celal Ûzûn û Mehmet Ûzûn ra çend nameyên dirêj nivîsîye. Di warê siyasî da hêviyeke mezin ji Celal Ûzûn û ji Mehmet Ûzûn kiriye. Hêvîya wî ew bûye ew bibin kadir û avakarên partiya ew dixwaze ava bike.
Lê di 1981´ê da nabêna wan xera dibe. Li ser nameyeke Neco, Celal Ûzûn ji Swêd nameyeke 14 rûpelî ji Neco ra dinivîsîne û tiştên pir nexweş jê ra dibêje.
Neco di nameyeka xwe da gazin ji Ala Rizgarî kiriye, di heqê hin berpirsiyarên wê da hin tişt ji Celal Ûzûn ra nivîsîye û gotiye tu kanî vê nameya min bi Mehmet Ûzûn jî bidî xwendin.
Celal di 19´ê îlona 1981´ê da bi nameyeke 14 rûpelî bersîveke ne xweş daye Neco. Tiştê Neco li ser Ala Rizgarî gotiye wek ”paşgotinî/dedîkodîyê” bi nav kiriye û gotiye:
”Ez ne ajanê te me. Çima ezê herim ji Mehemd ra bibêjim.
Heta hingivê min hebû xelkê xwar, qediya rewş guherî. Em bûn pêkenê qeşmeran !”

Neco ji van gotinên Celal Ûzûn pir hêrs bûye, bersîveke pir dirêj dayê, cî bi cî gotinên giran kiriye, gotiye:
”Ez hêvî dikim bi mane, ya jî rasterat te em ya jî ez qest nekirime. Têkiliya me ya jî ya min bi te ra ne li ser hingivê te yê hebû ya jî tunebû.”
Li ser mesela alîkariya bi Mehmed Ûzûn ra jî dibêje rast e, min alîkarî bi wî ra kir, ew derxist derve, lê piştî cî da nigê xwe dîsa çû gihîşt Ala hevalên xwe yê berê û di Rizgariya Kurdistanê da ji me ra bi bêedebî gotiye:”ordiya pasîfîstan, yên dolaba xwe digerînin…”

Ev nameya Neco dirêj e, şêla Mehmet Ûzûn û Paşa Ûzûn rexne dike, dibêje ji bo ku welatparêz bûn min alîkariya wan , lê piştî bi firîqetiyê ketin dev guhertin, ew ne sûcê min e.

Di nameyeka xwe da ji Mehmet Ûzûn ra jî wiha gotiye:

”Min Rizgariya Kurdistanê xwend. Ji bo vê hewildanê te pîroz dikim. Kurdiya Rizgariya Kurdistanê pir xerab e. Ez wer texmîn dikim kurdiya te ye. Wiha be jî bi kurdî nivîsîna te serketineke. Dev jê bernde. Dom bike.”

Li ser kuştina Dr. Şivan, herdu hevalên wî û Seîd Elçî jî Neco him fikrê xwe gotiye, him jî bi Mahmûd Osman ra peyive, fikrê wî pirsîye.

Mahmûd Osman li ser kuştina Dr. Şivan û Seîd Elçî di rûpelên 385-386´a gelek tiştên muhîm gotine.
Dibêje Mele Mistefa Barzanî nedixwest li dijî Tirkiyê û Îranê kurd tiştekî bikin. Çimkî têkiliya şoreşê bi Tirkiyê û Îranê ra hebû, ji wn alîkarî digirt, Tirkiyê kanîbû tesîr li Amerîkayê bikira, lema jî nedixwest kurd li dijî Îranê û Tirkiyê tiştekî bikin.

Mahmûd Osman:
”Mesela Şivan: Gava Seîd Elçî hatibû Îraqê, Mele Mistefa dixwest Seîd Elçî jî bê Hecî Umran. Ku mesela wan hel be…

Hepisxana Şivan wan tê da bûn di bin emrê Mesûd da bû. Mekteb siyasî nikanîbû midaxele bike. Çend car min xwest biçim Şivan bibînim nehîştin. Şeş meh li zindan ma û pişt ra kuştin. Li gor raya min Memele Mistefa Şivan û Seîd Elçî wek casûs dizanibûn. Li gor wî her kê bixwesta li Tirkiyê bixebite casûs e. Mele Mistefa li dij herduwan bû. Wê gavê danûstendinên Îsa û Tirkiyê hebû. Di kuştina Şivan da her emrê Barzanî hebû. Eshet ji min ra got, Seîd li hepisxana me bû. Rojek Şivan hat got, civîna me heye. Raya Mele Mista Şivan û Seîd bên Îraqê yekîtî çêkin û li mintiqa Balek rûnin, xebat nekin.
Bo çi pêşî destûr dan Şivan bixebite?
Bo taktîk.
Mele Mistefa digot tu car divê em dilê Tirkiyê ji xwe nehêlin.

Silêman Muînî, Mele Eware û 12 hevalên wan kuştin. Piştî sê meh Mekteb Siyasî pê hesiya ku Şivan hatiye kuştin. Barzanî bi xwe nedixwest destûr bide Şivan. Lê gelekan lavan kirin. Bo taktîk. Ji xwe sîyaseta wan taktîk bû. Di taktîkan da jî gelkî xurt bûn. Piştî destûr danê, ji bin de jî dijî wê destûrê dixebitîn. Îhtîyaca Eshed wê wextê bi doktor hebû. Ji bo wî cih dan. Lê Şivan tê gihiştibû. Bi xwe digot û dixwest pasport derxe. Heta pasport desrxistibû dê biçûya Ewrûpa. Pişt ra digot hewceye em cihê xwe biguherin.”
”Meytê Silêman Muînî teslîmî şah kirin... ”

”Mele Mistefa her dixwest dilê Îran û Tirkiyê xweş bike. 13 komunîst bêseb kuştin. Bêçek bûn. Tu sûcekî wan tunebû.”

”Îdrîs ji Eshed ra xeber dişîne. Ku xeber bişîne ta Seîd Elçî were were Kurdistana Îraqê. Ku Seîd hat, Şivan û wî bi hev ra bişînin Gilala.”

”Dr.Şivan bi emrê Mele Mistefa Barzanî hat înfaz kirin.”
Yanî li ser kuştina Dr. Şivan di kitêbê da hin agahiyên muhîm hene. Ez qala gişan bikim nivîsê pir dirêj bibe; jixwe dirêj bû.Yê bixwaze kane li rûpelên 385-386 binêre.
Wek min li jor jî got, kitêb, kurmancî, tirkî û zazakî ye. Zazakî hindik e, kurmancî û tirkî bi qasî hev e. Kurmancîya wî jî pir baş e. tirkiya wî hekeza.
Di wan salan da bi kurdî not girtin, nivîsîn ne karê her kesî ye, pir îstîsna ye. Camêr di salên 1970´î da kurmancî, zazakî not girtiye, nivîsên dirêj nivîsîye. Gelo di wan salan kesê bi zazakî nivîsîye heye?
Neco merivekî mezin bû, pir hêja bû, gerek bi wî hawî neketa kemîna dijmin. Pir heyf bû.

Mêraniya wî, wêrekiya wî, fedekariya wî bû sebebê here têkeve kemîna dijmin û were kuştin. Kêmasîya wî ya mezin civata xwe baş nas nedikir, lema realîst hereket nedikir, komunîstekî, marksîst-lenînîstekî pir hişk bû.

Lema dixwest liKurdistanê jî tevgereke marksîst ava bike. Tiştekî wiha ne li gorî civata me bû. Dibê li gorî sosyolojiya civata xwe hereket bikira. Lê wê demê çepîtî di rewacê da bû, kesên ne çep jî digotin em çep in.
NECO qehremanekî Kurd û Kurdistanê ye, bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar