Şairê bi nav û deng Arjen Arî do li Amedê ji alî malbata wî û Weşanên Sor ve hat bibîranîn.
Arjen Arî şairekî mezin e, meriv çiqasî qedrê wî bigire, çiqasî pesnê wî bide
hêja ye.
Malbata wî û Weşanxana Sor her sal li ser navê Arjen Arî xelatekê dide şairekî.
”Xelata Şerefê” ya îsal dana nivîskar, şair Mûrathan Mûnganê tirk.
Xelata şairekî kurd dane şairekî tirk !
Êcêba giran !
Mûrathan Mûngan merivekî baş e, dostekî miletê kurd e, lê ev yek nabe sebebê meriv xelata Arjen Arî bide şairekî tirk.
Xelata li ser navê Arjen Arî tê dayin dibê şairekî kurd bigire.
Çima ne kurdekî bi kurdî dinivîsîne, çima şairekî tirk?
Ma li her çar perçên Kurdistanê di nava bi hezaran nivîskar û şairên kurd da nivîskarekî, şairekî layiqî vê xelatê tuneye?
Ev çi qomîsyon e, malbata Arjen Arî çawa ev yek qebûl kiriye ez fêm nakim !
Heger Arjen Arî sax bûya ewê tiştekî wiha ebeden qebûl nekira.
Di nav kurdan bi sedan şairên di her warî da sed qatî ji Mûrathan Mûngan bêtir ji bo kurdî dişewitin, dixebitin, ezîyet û cefa dikşînin, bi salan e di zindanan da mane hene. Hinek jî hîn jî di zindanê da ne.
Bi baweriya min tiştê bi navê ”Xelat Şerefê” ya Arjen Arî hatiye kirin şerm û sosireteke mezin e. Ji bo malbata wî jî ne xweş e. Ez matmayî mam.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar