19 november 2024

Ax ji derdê van gotinên naylon

Helbet ziman ne tiştekî sitatîk e, tim wek xwe namîne, gotinên nuh, formên nuh lê zêde dibe. Bi vî hawî bi pêş dikeve, zengîn dibe.

Tiştên nuh, teknîkên nuh, alet û edewatên nuh derdikevin, îcadên nuh çêdibin.

Heger meriv bikanibe navên kurdî li wan tiştan dike. 

Lê ew jî ji bo her tiştî nabe, dibê însanên bi rastî zimanzan wan gotinan, wan navan pêşniyar bikin.

Lê ji ber ku hin gotin, hin navdêr ne bi kurdî ne dibê meriv wan ji zimanê xwe navêje, hin gotinên naylon, pilastîk, bêmane, bêkok nexe dewsa wan. Di her zimanî da bi hezaran gotinên biyanî hene.

Di tirkî, farisî, azerî, tirkmenî, peştû da bi hezaran peyvên erebî hene. Gişk dibêjin edeb, edîb, edebîyat.

Hin kes bi israr wêjeyê di dewsa edebîyatê da bi kar tînin. Bi ya min ne rast e, ”wêje” navdêreke bêmane ye, ne xweş e, dibê meriv wê nexe dewsa edebîyatê, lîteraturê.

Ji dêlî edebîyatê bikaranîna ”wêje” yê wek meriv hingivê xwe bavêje, aqîda şekir bixwe.

Ji koka edebîyatê gelek peyvên din di zimanê me da hene. Edebîyat, edîb, edîbî, edeb. Merivekî bi edeb, merivekî bêedeb.

Meriv nikane wêjeyê di dewsa vana yekê da jî bi kar bîne.

Lê ne peyva ”wêje” tenê, bi sedan gotinên wiha naylon, bêbingeh çêkirine, hin kes bi kar tînin. Turîst, turîzim kirine geştiyar. Îtxalat kirine ”hawirde”, îxracat kirine ”hinarde.” Kultur kirine "çand".

Çand tercumeya ji tirkî ye, tirkên tirkçî ji dêlî kulturê gotina "ekîn"ê çêkirin lê kes bi kar nayne. Li Tirkiye kes ji merivê bi kultur ra nabêje "merivekî bi ekîn e"!
Tirkan dev ji "ekîna" xwe berdan, kurd dev ji tercumeya wê bernadin.
Çand jî wek wêje yê gotine naylon e. Meriv nikane ji kesê bi kultur û bêkultur ra bibêje, "bi çand e, bêçand e"!

Li Kurdistana Bakur ji sedî yekê kurdan jî van gotinên min wek numûne dane fêm nake.

Lê milet ji axaftinên wan, ji nivîsên wan tiştekî fêm nake.

Tirkan, farisan, azerîyan, tirkmenan, gelek miletên din edeb, edîb, edebîyat ji zimanê xwe navêtine,  tiştekî din çênekirine.

Lê hin kurdên me bi çêkirina van gotinên naylon, kes jê fêm nake kurmancî xera dikin, zimanekî naylon, jê nayê fêmkirin çêdikin.

Ev yek jî dibe sebebê însan ji edebîyata kurdî, ji tiştên tên nivîsîn fêm nekin, jê tahm û lezetekê negirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar