19 november 2024

Mêrik bi vê bangê henekê xwe bi kurdan kiriye

Li Kerkkûkê sibe serjimarî heye, berpirsê YNK´ê yê Kerkûkê Rewend Mela Mehmûd bang li kurdên Kerkûkê kiriye, gotiye:

”Divê hemû endamên malbatê ji bo serjimêriyê vegerin Kerkûkê û heta ew venegerin navên wan nayên qeydkirin.

Em tekez dikin heta hemû malbat venegere Kerkûkê ew nayên jimartin. Rojên 20 û 21´ê mehê dibê hemû endamên malbatê vegerin Kerkûkê.”

Sibe serjimêr e, efendî îro ji kurdan ra dibêje vegerin Kerkûkê. Mêrik ya ne temam e, ya jî henekê xwe bi kurdan dike !

Bi dehhezar kurd 5-6 sal in ji Kerkûkê derxistine, kurd bi çolan ketine, li çarhawêlî dinyayê belav bûne, mêro rojekê berî serjimêriyê ji kurdan ra dibêje vegerin Kerkûkê.

Ev bang ji pêkenînê jî xerabtir e. Ji dêlî ku vê serjimêriya bi hêle red bikin, kurdên ji Kerkûkê hatine derxistin gişan qeyd bikin, roja berî serjimirê ban kurdan dike.

Ev bang komedîyeke pir xerab e, ereb bi vê serjimêrê ewê bibêjin Kerkûk bi nufûsa xwe jî bajarê me ye.

Serok û berpirsiyayê YNK´ê û PDK´ê mala kurdan şewitandin, bi nîvhenekê nîvê Kuridistanê dan ereban.

XXX

Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum demagojî, memagojî nekiriye, rasterast gotiye, ”kurd tune ne” û hewqas!

Mêrik gotiye:

”Xetên me yên sor li Tirkiyê gel tune ne, gelê tirk heye.

Li Tirkiyê civat tune ne, civata tirk heye.

Li Tirkiyê milet tune ne, miletê tirk heye.

Li Tirkiyê al tune ne, ala tirk ya bi hîv û stêrk heye.”

Mêrik demagojiya ”biratiyê” filan bîvan nekiriye, raste rast gotiye, kurd tune ne, kurdistan tune ye, kurdî tune ye. Li Tirkiyê her kes tirk e, zimanê me tirkî ye.

Mehmet Uçûm şêwirmendê Erdogan ê sereke ye, gotinên Erdogan dubare kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar