17 november 2024

Bi sedan klasîkên edebîyata me derdikevin ronahiyê


Di sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya sisiya da Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn, li ser şairên heta nuha nedihatin naskirin gotiye:

“Me heta niha 800 helbestvanên klasîk ên bi kurdî nivîsîne peyda kirine. Me 93 nusxeyên mewlûda kurmancî bi dest xistine.”

Hetanî nuha navên Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî û Ehemdê Xanî dihat zanîn û tim qala wan dihat kirin.

Lê di van 20-30 salên dawî da bi zêdebûna akademîsyen û lêkolîneran, gelek şairên nedihatin zanîn eşkere bûn.

Mala van akademîsyen û lêkolîneran yek bi yek ava be, xezîneyên em ji hebûna wan bêhay bûn, wek arkeologan yek bi yek ji bin erdê, ji kitêbxaneyan, ji quncik, tûrik û sindoqên malan derxistin, toz û dûmana li ser wan paqij kirin û wek mirwarîyên, aqût û alamsên edebîyata zimanê kurdî pêşkêşî miletê xwe kirin û dikin.

Ji gotinên Prof. Dr. Mehmet Zahîr Ertekîn jî meriv fêm dike, berî Melayê Cizîrî jî gelek şairên me hebûne. 

Jixwe ne mimkûn e berîya Melayê Cizîrî mîratek, edebîyateke dewlemend tunebe. Miheqeq hebûye.

Melayê Cizîrî ji wê mîrata edebî sûd û îlham girtiye; ew berhemeke wê edebîyatê, wê mîratê ye. Di rojên pêş da zana, akademîsyen û lêkolînerên me ewê vê yekê bi gelek numûneyên din îspat bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar