Wezîrê hêzên pêşmerge Şoriş Îsmaîl gotiye, ”heta dawiya 2026a hemû hêzên pêşmergeyan ewê werin yekkirin.”
30 sal e hûn vê demagojiyê dubare dikin, lê tu carî nakin.
Çima ne nuha, çima 2026 ?
Ji bo ku PDK û YNK tiştekî wiha naxwazin, lema tim taloq dikin. Yanî xapandin e.
Heger heta 2026´a dijmin we rehet bihêle, hûn kanibin bimînin. Çimkî talûke pir in.
Tiştê min fêm kiriye heta mala Barzanî û Talabanî hebe yekîtiya pêşmergeyan çênabe. Çimkî herdu serî jî tiştekî wiha naxwaze. Bi hêzên çekdar disthilatên xwe diparêzin.
XXX
Ji bo ku hinek fikrê meriv şaş dibînin, ya jî li dijî fikrê
meriv in, dibê meriv dev ji fikrê xwe,dev ji micadela xwe bernede.
Ji bo ku hin kes ji bindestiyê, ji xulamtiya neyar memnûn
in, naxwazin ji bindestiyê derkevin,dibê dilê meriv nebije halê wan û wek wan
bêxîret nebe.
Ji bo hinek bawer nakin miletê kurd azad bibe, Kurdistanê
çêbibe, dibê meriv jî dev ji xebat û micadela ji bo kurd Kurdistanê bernede.
XXX
Ev gotinên jêr ên Baran Zeydanliogluyê hêja nîşan dide
dewleta tirkan em kurd çawa kirine mankurt, koleyê haya wî ji koletiya wî tune
ye, nizane ku kole ye.
Baran Zeydanlioglu:
”Girseyek(kîtleyek)hewqas ecêb heye, li ser tarîxa Betlîsê
tu qala kurdên Betlîsê dikî, dibêje irqçîtiyê meke.
Tu qala ermeniyan dikî, ji te dipirse, dibêje ”ma tu ermenî
yî ?”
Tu qala êzdiyan ya jî suryaniyan dikî, dipirse, dibêje, ”ew
kî ne ?”
Li ser tarîxa bajêr, sosyolojiya wî û tarîxa wî ya nêzîk tiştek nexwendiye, lê dîsa jî ji xwe ra dibêje, ”betlîsiyê rastîn, heqîqî ez im.
Trajedî mezin e wesalam…"
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar