Dawiya vê heftê Arasê me hatibû serdana kalik û pîrika xwe. çaxa tê mala me şên dibe.
Bi dîtina wî em îhya bûn. Zêde nabên dikeve hatina wî lema dema tê hinekî xerîbiyê dikşîne. Piştî nîvseetekê sakîn dibe, tê ba me.
Hêdî hêdî mezin dibe, êdî kane rûne.
Lê hîn nikane bi çarpiyan here. Rebeno pir li ber xwe dide, lê nikane.
Gava nikane, diqehere, diqîre. Lê ew rojê jî were, hindik maye. Bi ser nigan keve ewê jî rehet bike, emê jî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar