Hin kesan jiyan xweşik tarîf kirine, li ser jiyanê hin tiştên xweş, hin gotinên meriv dide fikirandin gotine.
Richard Stephen Wilkins jî yekî ji wan kesa ye serê xwe bi gelşên jiyanê ra, bi jiyana însan ra diêşîne. Ez dixwazim ev gotinên xweş bi kurmancî jî hebin. Min 20 gotinên Richard Stephen Wilkins wergerand kurmancî.
Hêvî dikim kêfa we jê ra were.
1-Li rastê, li ruyê erdê hûn nikanin xiznê (gencîneyê) bibînin.
2-Heger paca we qilêrî be hûn nikanin manzara derve xweş
bibînin.
3-Heger hûn ji xwe hez nekin hinekên din ji bo çi ewê ji we
hez bike?
4-Dê û bavê we ji
bûyina we(ji welidîna we)berpirsiyar in, ne ji jiyana we.
5-Heger hûn ji xwe ra li îstîqmetekê digerin ji kesê riya
xwe wenda kiriye nepirse
6-Dostî, gava cihê be însanan bi hev va girê dide.
7-Fedekarî koka kulîlkê ye.
8-Serboriyên xwe(rabirdû) wek kitêbekê bi kar bînin, ne wek mala
xwe.
9-Gelek însan beşekî pir ê jiyana xwe ji bo ku xwe bi hawakî
din nîşan bidin heba dikin.
10-Li ber pêşketina we astengiya herî mezin bêbaweriya we ya
bi we ye.
11-Êşê, li gorî bextewariyê bêtir sitran beste kiriye.
12-Kesên di her hereketa xwe da li bende testîqa hinekên din
e gelek xweşiyên jiyanê ji dest didin.
13-Guherîna rastîn dîtina hin tiştên kevn bi hawakî din e.
14-Ken dansa ruh e.
15-Mûcîze, gava hûn enerjiya xwe nedin tirsên xwe, bidin xewnên
xwe dest pê dike.
16-Hûn li yê hemberî xwe guhdarî dikin ya jî li bende dora
xwe ya axaftinê ne ?
17-Durûtî ji alî xwediyê wê tenê ve nayê dîtin, hinekê din
jî dibîne.
18-Jiyana xwe wek tercûbeya pereqezenckirinê bi kar neynin.
19-Zengîniya rastîn dibê meriv wexta xwe bide însanan, ne ku
bi pera bifroşe wan.
20-Bêdengîya di nabêna noteyan da muzîgê tîne meydanê
Richard Stephen Wilkins
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar