Welatparêzê canfîdayê kurd û Kurdistanê, serokê serîhildana Dêrsimê Seyid Riza, 87 sal berê, ew û lawê xwe û şeş kurdên welatparêz li Xarpêtê bi hovane hatin bidardakirin.
Ez Seyid Riza û wan welatparêzên bi hurmet bibîr tînim.
87 sal di ser îdama Seyid Riza ra derbas bûye, lê zalim hîn jî gorra wî û kesên
pê ra îdamkirin nîşan nadin.
Mezinên me kuştine, lê cenazeyên wan jî nadin me, tehemul nakin gorreke wan jî hebe, ji bo ku zarokên wan, neviyên wan herin ser gorrên bav û kalên xwe.
Dibê em rojên şehîdbûna şehîdên xwe tu carî ji bîr nekin. Di van rojan da tim naletê li zaliam û qatilan bibarînin.
Seyid Riza û hemû welatperwerên pê ra hatin îdamkirin bi hurmet bibîr tînim.
Seyid Riza li Dêrsimê hat bibîranîn.
XXX
Li Tirkiyê însanên xêv, ehmeq pir in û organîze ne. Micadela
bi komên ehmeq ra pir zor e. Tu çi dibêjî nakeve serê wan, qebûl nakin.
Înkarkirina miletekî, qedexekirina zimanê miletekî 20-30
milyonî normal dibînin.
Ji bo ku kurd li tu derê azad nebin dagirkirina Kurdistana
Rojava û Başûr jî wek heqekî xwe dibînin.
Merivê ehmeq kane her dînîtiyê, her barbariyê bike.
Erdogan û Bahçelî do dîsa hatine ba hev. Qey ji bo ku ewê çi
bînin serê kurdan, kemîneke çawa li pêş wan deynin, bi kîjan derewê, demagojiyê
kanibin kurdan bixapînin bi hev şêwirîne.
Van rojan di mesela kurdî da pir nerehet xuya dikin, qey
xeberek bi ber guhên wan ketiye. Lema xofekê ketiye dilê wan, geh gefê li
kurdan dixun, geh çend derewên dilxweşkir li hev tînin.
XXX
Bi întîxara parêzvanê mafê mirovan Kianoosh Sanjarî, vî xortê ruhazad, dilpak, têkoşerê li dijî zulmê û dîktatoriya meleyên Îranê xemgîn bûm.
Di vê serdemê da gerek rejîmeke wek a meleyên Îranê tunebe;
dîktatorekî wek Xameney ne serokê Îranê bûya.
Hêvî dikim întîxara vî xortî umrê rejîma Xameney kin bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar