15 november 2024

Li ser bîranînên Necmettîn Buyukkaya

Di van rojên dawî da min kitêba Necmettîn Buyukkaya(NECO) ”Kalemîmden sayfalar/Rûpelên ji qelema min” xwend. 

Du roj berê min qedand. Bin got ezê nivîseke kin li ser binivîsînim, lê nivîs dirêj bû, min hîn neqedandiye. 

Ezê îşev ya jî sibe biqedînim.

Ji bo ku meriv Neco nas bike, bizanibe çi xebat kiriye kitêbeke dibê meriv bixwîne. Li ser wî û serdema wî, xebatên wî arşîveke pir dewlemend û giranbiha ye.

Ne tenê di heqê Neco da agahiyên muhîm hene, li ser serdema jiya ye, li ser kes û partiyên wê demê, gelşên wê demê çêhebûne û li ser kuştina herdu Seçdan, Dr. Şivan û Seîd Elçî jî agahiyên pir muhîm di kitêbê da hene.

Meriv dibe heyranê aktîvbûna wî, di wextên herî talûke da xwe li mirinê qelibandiye. Qelem ji destan da neketiye, hin rojan 5-6 nameyên 10-15 rûpel nivîsîye.

Di salên 1970´î da kurmancî, zazakî not girtiye, nivîsên dirêj nivîsîye. Merivekî pir mustesna ye.

XXX

Nivîskar, lêkolîner Tehsîn Îbrahîm Doskî ji rûdawê ragotiye:

”Dema Melayê Cizîrî dîwana xwe danî ev bû palder gelek zanayên din ên kurd jî çav li wî bikin û bi kurdî binivîsin. Çimkî wan fêhm kir nivîsîna bi kurdî ne guneh e, ne kêmasî ye, ne eyb e.”

Sebebê kurdan ne bi kurdî, bi erebî, farisî û osmanî dinivîsîn ne ku wer bawer dikirin nivîsîna bi kurdî guneh e, kêmasî ye, eyb e.

Sebeb siyasî bû, bêdewletbûn bû, osmanî, erebî, farisî zimanên xwedî dewlet bûn, dewlet li pişt nivîskarên wan zimanan bû. Bazara wan zimanan hebû, bazara kurdî tunebû. Lema Ehmedê Xanî gotiye:

"
Çi bikim ku qewî kesad e bazar ‬ Nînin ji qumaşî re xerîdar‬." Yanî bazara kurdî kesad e, mişteriyê, bikirê kurdî tuneye.


Kurd ne xwedî dewlet bûn, bindest bûn. Xwendin û nivîsandina piraniya kurdan tunebû, zarokên wan bi zimanê xwe perwerde nedibûn. Di medreseyan da ziman erebî û osmanî bû.

Xwendina bi kurdî di dema Ehmedê Xanî da di medreseyan da bi xwendina Nûbihara Biçûkan dest pê kiriye.

Yanî  wek Tehsîn Îbrahîm Doskî gotiye nej i ber ku kurdan digotin nivîsîna bi kurdî ”guneh e, kêmasî yeeyb e”, ew bingeh û îmkan tunebû. 

Bi Nûbiha Biçûkan a Ehmedê Xanî cara pêşî xwendina bi kurdî ked medreyseyan, zarok û feqîyên bi zimanê xwe xwendin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar