José de Sousa Saramago´yê(1922-2010) portegîsî navîskarekî bi nav û deng e. Di sala 1995´a da xelata Nobelê ya edebîyatê girt.
Min ji vê şiîra wî ya li ser jiyanê, li ser extîyarbûnê hez kir, lema jî ew ji tirkî wergerand kurmancî. Xwezî min portegîsî bizanîbûya ji portegîsî wergeranda.
Lê
wergerên ji zimanê duduya pir in. Ez bawer dikim tu zirar tê tune ye, ji
tunebûnê çêtir e.
Şiîreke li ser extîyariyê
Jose Saramago
Ez çend salî me?
Çi girîngiya wê heye?
Ez xwe çawa his dikim ez di wî umrî da me!
Ez di umrekî wiha da me diwêrim fikrê xwe bêyî ku bitirsim bibêjim.
Çimkî ez tercrûbeya salên ez jiya me bi xwe ra tînim û hêza bawriyên min
nahejin
Ne muhîm e ez çend salî me
Ne xema min e
Hin kes dibêjin ez kal im,
hinên din dibêjin ez di zîreweyê da me.
Lê yên jiyana min tarîf dike ne jimar in
Ne tiştên ji min ra dibêjin
Dilê min çi his dike, aqilê min çi dibêje?
Bi qasî ku ez rastiyên xwe biqîrim ez xort im.
Ji bo ku ez bikanibim her tiştê ez dixwazim bikim,
ji bo ku çewtiyên xwe yên berê ferq bikim,
rotayên rast û tahma zaferan derxînim.
Ne hewce ye zêdetir bibihîzim:
”Tu pir ciwan î, tu nikanî biserkevî,
ya jî ”tu pir kal î, ji te çû ye”.
Ez di umrê bi huzûr da me,
lê belê ji bo mezinbûnê bi arzûyeke bêdawî.
Ez xwediyê xeyalên sala me,
tu kanî dest bidî tiliyên xwe,
şaşî diqulibin hêviyê.
Salên min ê mişt hêvî hene.
Carna agirekî dişewite,
ji bo ku di agirê îhtîrasê da bitemire.
Carnan bendereke bi huzûr e,
wek eksê roja noqî avên sakîn ên deryayekê dibe.
Çend salî me?
Ne hewce ye îzah bikim,
ji bo dilbijiyên ez gihîştimê,
ji bo zaferên min bi dest xistine
û ji bo hêsirên min ji bo şaşiyên xwe barandine,
giş ji hemû jimaran bi qîmettir in.
50, 60 ya jî hîn mezintir, ma çi ferq dike?
Esas ya girîng ez xwe çiqasî extîyar his dikim,
hebûna hêza min a ji bo jiyaneka bêtirs bijîm,
bi tecrûbeya min bi dest xistiye ez riya xwe taqîb dikim
û rastiya xeyalên min, gelo ez çend salî me?
Ferq nake !
Êdî ez di umrekî wiha da me ji tu tiştî natirsim
û kanim her tiştê dixwazim û his dikim bi cî bînim.
Umir?
Çend salî me qet ne mihîm e,
çimkî ez fêrî qedirşînasiya tiştên muhîm bûme
û bi rastî tenê tiştên muhîm bi xwe ra digerînim !
Jose Saramago
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar