13 november 2024

Heger keçik be ewê her tiştî fêrî min bike

Xanima bihalkî, bihimil ji peyê xwe(mêrê xwe)pirsîye:

-Tu dixwazî gedê me lawik be ya keçik be.
Mêrik gotiye:
-Heger lawik be ezê matamatîkê fêrî wî bikim, emê bi hev ra sporê bikin, bi hev ra herin masîyan û gelek tiştên bi hev ra bikin.
Jinik kenîya ye, gotiye:
-Le heger keçik be tu yê çi bikî?
Mêrik gotiye:

-Heger keçik be ne hewce ye ez tiştekî fêrî wê bikim. Ewê her tiştî fêrî min bike; ezê kînga çi li xwe kim, li ku çawa bipeyivim, çi bibêjim, çi nebêjim ewê fêrî min bike. Jê ra ders ne lazim e.

Lê hin zalim îro van keçikan dikujin. Perwerdê, rejîma siyasî exlaq û kultura civata xera kiriye, gelek îndan kirine qatilên keçên xwe, dayikên xwe, xwehên xwe. Dibê em vê bobelata civatî biguherînin.

XXX

Li gorî rapora Federasyona Komeleyên Jinan, li Tirkiyê û li Kurdistanê ji 1´ê meha yekê heta 31´ê meha cotmehê(1/1-24-31-10-24),yanî di 10 mehên îsal da 357 jin bi destê mêran hatine kuştin, mirina 61 jinan jî bi guman e. Yanî ew jî kuştin e, lê îspat nebûye, qatil nehatine girtin. Di Mêrên hov, ji medenîyetê, ji însanîyetê bêpar di 10 mehan da 418 jin kuştine.

Di vê barbariyê da tesîra îdareya siyasî û mueseseyên dînî pir e.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê her ku terîqet, dîndariya radîqal, îdeolojiya Daîşê xurt dibe însan ji medenîyetê, ji tehamul û toleransê dûr dikevin.

Di viya da sûcê îktîdara siyasî pir e. Kultura civatê, exlaqê civatê guhertin, bi îdeolojiya fanatîk gelek mêr kirine neyarên jinan

XXX

Pêşiyên me gotine, mirina zengînan ji bo mele mizgîn e, mirina feqîran ji bo mele şîn e.
Rast e, di mirina dewletîyan da pere heye, bêrîka mele tije dikin.
Di mirina feqîran da belkî kes tiştekî nede mele, bibêjin tiştê tu dikî bira xêra te be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar