Mozên hingiv heywanin muhteşem in. Meriv dibe heyranê wan. Min di derekê da li ser wan hin agahiyên ecêb xwend.
Em hingiv dixun lê mozên hindiv çêdikin qet meraq nakin.
Du firşikên, du hûrên mozên hingiv hene; yek ji bo xwarinê ye, ya din jî ji bo tepokirina
nektarên dikin hingiv e.
Ev mûcîzeyên biçûkên bi perik, yên hingiv çêdikin li dora 40 rojî dijîn.
Ji bo me însanan du sê xiram hingiv ne tiştek e, lê ew piçek hingiv çîroka
tevayiya jiyana moza hingiv e.
Mozên hingiv di dema, di pêvajoya evolutiona xwe da(guherîna
xwe ya tedrîcî da)ji kêzikên din cudahî nîşan dane, di warê morfolojîk û
anatomîk da xwe bi pêş xistine.
Di van salên dawî da li dinyayê koloniyên mozên hingiv ji ortê radibin. Pispor vê yekê bi bikaranîna dermanên (insektisîtên)li dijî kêzik û bihukên bi zirar tên bikaranîn va girê didin.
Li herêmên insektisît tê bikaranîn zayîatên mozên hingiv û kêzik û bihukên bi fêde pir e. Ev yek di eynî wextê da tehdîdeke ekoloj jî bi xwe ra tîne.
Însan çavnebar in, tu carî çavên wan têr nabe, tim hinekî din dixwaze...
XXX
Îro bihar paş da hatiye Stockholmê, 5-6 derece germ e, lê
roj pir xweş e, eyn meriv xwe bida ber rojê.
Divê mehê da ev germîyan, ev roja xweş tiştekî ne normal e,
lê wa ye bûye.
Em çûn gerîyan, di vegerê da me hin tişt miştên ji me ra
lazim jî kirî û em hatin malika xwe.
XXX
Li gorî vê xebera Rûdawê li Kerkûkê û li herêmên derî
îdareya Kurdistanê kurd zarokên xwe dişînin dibistanên erebî.Mamosteyên kurdî
jî zarokên xwe dişînin dibistanên erebî. Xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Bi van serokan, bi van partiyan kurd nikanin hebûna xwe,
welatê xwe biparêzin.
Di nav 33 salên îdareyeke nîvserbixwe da ji dêlî bingeha
Kurdistana serbixwe deynin, saxlem bikin, Kurdistan hêdî hêdî dan ereb û
tirkan. Ew jî bûne wek mamûrên wan.
XXX
Ji yê kitêbfiroş pirsîne:
-Tu van kitêban her roj li derve dihêlî, ma tu qet natirsî
hinek wan bidizin?
Kitêbfiroş bi rûkenî gotiye:
-Na, ji bo çi ezê bitirsim? Merivê dixwîne jixwe nadize,
diziyê nake, yê diz jî jixwe ji bo bixwîne kitêba nadize.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar