-Piştî pevçûn û devjeniyeke dirêj mêrik bi xanima xwe da qîriya ye, gotiye: ”Dema ez bi te ra zewicîm ez yekî tam xêvik bûme."
Jinikê serê xwe hejandiye, gotiye: ”Erê tu rast dibêjî, ez dildar bûm min ferq
nekir.”
-Xortekî ji bavê xwe pirsîye; ”bavo, zewac kane bi çiqasî li
ser meriv mal bibe?”
Bavê wî gotiye:
-Di sala pêşî ya zewacê da mêr dipeyive jin guhdarî dike, di
sala duduya da jin dipeyive mêr guhdarî dike, di sala sisiya da herdu dipeyivin
cîran guhdarî dikin.
-Xort ji kalikê xwe pirsîye: ”Kalo, ma zewac xweş e ?”
Kalo gotiye:
”Xweş e lawê min, çawa ne xweş e, xanima te dibe şirîka derdê te.”
Xort gotiye:
”Baş e, lê derdê min tune ye.”
Kalo serê xwe hejandiye, gotiye:
”Dema tu zewicî derdê te ewê çêbibe…”
-Heger tu azib bî tu yê li her derê jin û mêrên bextewar
bibînî.
Heger tu zewicî bî tu yê li her derê azibên bextewar bibînî.
-Berî hûn bizewicin çavên xwe baş vekin. Piştî hûn zewicîn nîvî bigrin.
-Heger zewac deryayeke bi bager be, azibî jî avzêmeke şolî ye.
-Ji mêr û jinikê pirsîn: ”Hewqas sal e hûn çawa zewicî man?
Kal û pîrê bersîv dane, gotine: ”Di wexta me da tiştê dişkiya dihat tahmîrkirin,
wek nuha nediavêtin ser sergo.”
-Heger peyayek ji xanima xwe ra deriyê ereba xwe vedike,
dibê hûn bawer bikin ya ereba wî nuh e ya jî xanima wî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar