Dijminên me îro ji me xurttir in, em nikanin ji welatê xwe biqewitînin. Ji bo ku îro em nikanin bi dijmin, dibê em xwe nekujin, û bêhêvî jî nebin.
Micadele berdewam e. Ya muhîm em serê xwe natewînin, dev ji doza xwe, dev ji
micadela xwe bernadin.
Li dinyayê tu tişt, hêzên dewletan jî tim wek xwe namîne. Îro ew ji me xurttir in,
sibe ev rewş kane biguhere. Tu tişt wek xwe namîne, her tişt diguhere.
Di wexta xwe da Mussolînî, Hîtler, Franco, Şahê Îranê, Seddam Husên jî xurt bûn. Lê em zanin talîya wan çawa qediya.
XXX
Mahkimeyeke tirk ji ber sitrana ”Serîhildan jiyan e” selek û
15 roj cezayê hefsê daye perwerdekarê ”Komeleya Çanda Serhedê” Cesîm Başboga.
Di vê sedsalê da cezakirina însanan ji bo sitranekê tiştekî
pir şerm, pir prîmîtîv e. Lê dagirkerên me şerm nakin, muzîkê jî ceza dikin.
XXX
Piraniya nufûsa Tirkiyê ne tirk e, mahcirên kafkasî û
balkanî ne. Lê dev ji eslê xwe berdane, dibêjin em tirk in.
Îcar ji bo ku kurd jî wek wan nebûne tirk bi wan pir zor û
çetin tê.
Micadela kurdan, liberxwedana kurdan teslîmîyeta wan, bêşexsîyetiya
wan tîne bîra wan û ji bo ku ew jî wek kurdan li nasnameya xwe xwedî dernayên
ji kurdan didexisin, neyartiya kurdan dikin.
Ji kurdan ra dibêjin hûn jî wek me bibin tirk.
Miletê kurd miletekî esîl e, teslîm nabe, bi micadela xwe ji her kesî ra dibe numûneya serbilindiyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar