06 november 2024

Erdogan û Bahçelî kanin her tiştî bikin

Serokê partiya nîjadperest MHP´ê Devlet Bahçelî do ji devê xwe fistiqandiye, gotiye ”namzedê me Recep Tayyip Erdogan e. Erdogan temînat û dildarê gel e”.

Devlet Bahçelî gelkî pesnê Erdogan daye, bi dîtina wî namzedekî ji Erdogan baştir ne mimkûn e, serokatiya wî ji bo Tirkiyê û tirkan nihmetek Xwedê ye. 

Yanî heger Erdogan heta wê demê sax bimîne cara çaran jî ewê bikin bikin serok.

Li gorî qanûnên heyî Recep Tayyîp Erdogan careke din nikane bibe namzedê serokkomariyê. Jixwe berê carekê zêde bûye.

Lê qanûn ji Erdogan û Bahçelî ra ne problem e, ewê biguherînin. Bahçelî vaye îşareta vê yekê daye.

Erdogan ji ji sala 2014´a vir ve ye serokkomar e, heger heta hilbijartina 2028´a sax bimîne sedîsed ewê dîsa hokus-pokusekê bikin û Erdogan cara çara jî bikin serok.

Lê hîn wext pir e, meriv nizane heta wê çaxê çiyê biqewime, Devlet Baçeliyê ewê sax bimîne ya na, ne diyar e.

Serê salan e ez dibêjim, Erdogan hetanî sax be ewê tim serok be. Bi zor, bi hîle ewê tim xwe bike serok. 

Bêyî zorê, bi rehetî dev ji kursîya xwe bernade. Raqibê wî ji sedî nodî jî bigire ewê bibêje min qezenc kiriye.

Çimkî roja bike ciyê wî zîndan e, ewê wî perîşan bikin.

XXX

Mixabin wek dihat texmînkirin Ronald Trump qezenc kiriye, cara duduya bû serokê Amerîkayê. Jimartina rayan hîn neqediya ye, lê wer xuya dike Trump dîsa serok e.

Piştî ket hilbijartinê diyar bû ewê qezenc bike.

Li gorî sûcê kiribûn, li gorî qanûnên Amerîkayê dibê nuha di hefsê da bûya, lê newêrîbûn ceza bikin. Lema mêrik îro cara duduya bû serokê amerîkayê.

Hêvî dikim zirarê nede kurdan. Ez bi tirs im. Trump merivekî ne tebitî ye, nîvdîn e, kane gelek surprîzên baş û xerab bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar