Em îro jî bi mîzahê, bi henekekê dest bi roja xwe bikin.
Carnan mîzah lazim e.
Mîzah ne tenê meriv dide kenandin, aqil jî dide meriv,
zîrektiya însên jî derdixe pêş. Haweyê zarşîrîniyê fêrî meriv dike, him kêfa meriv tîne, him him jî gotinên xweş fêrî meriv dike.
Kalekî swêdî ji Stockholmê telefonî lawê xwe yê li Parîsê dima kir, bi heyecaneke mezin jê ra got:
-Baş guh bide min, ez û diya te hevdu berdidin. 50 sal e derdê wê dikşînim, merezarî bûm, hew kanim debar bikim, êdî bes e.Lawik şeqizî, bi qîrîn got:
-Bavo tu çi dibêjî? Çi bû, mesele çi ye?
-Êdî em nikanin derdê hev bikşînin. Me biryara xwe daye. Ez naxwazim êdî ruyê wê bibînim. Qet israr meke, mesele qediya ye.
Telefonî xweha xwe ya Londonê jî bike, meselê ji wê ra jî bibêje.
Piştî vê axaftinê telefon girt.
Lawik ket panîkê, tavilê telefonî xweha xwe kir, mesele jê ra got.
Keçik jî wek birayê xwe şok bû. Çimkî di vî umrî da ne wexta hevduberdanê bû. Di cî da telefonî bavê xwe kir, jê ra got:
-Bavo, ma hûn dîn bûne çi ye? Li bende me bin, ez û birayê xwe sibê tên Stockholmê. Neçin ba abûqat. Dema em hatin emê bipeyivin.
Piştî axaftinê kalo dagerîya ser pîra xwe, bi rûkenî jê ra got:
-Pîrê, temam e, min mesele hel kir. Herdu jî sibe ji bo Noelê tên. Em kanin dest bi haziriyên xwe bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar