18 oktober 2024

Çend fototên patiza rengîn


Va ye payizek din jî hat. Payiz demsalek xweş e, jê hez dikim. Dar sor û zer bûne, hêdî hêdî pelên xwe diweşînin.

Erd jî wek daran rengîn bûye.

Payiz demsala xeman û xemgîniyê ye. Xemgînî, hesret payiza dil e.

Bi payizê ra dar xemla xwe diweşînin, pel û erd hevdu himêz dikin, sir û serma dest pê dike, zivistan dibêje haziriya xwe bikin ez têm.



 
Dar, pelên weşyayî dibin cumbûşa rengan, meriv ji temaşa daran, pelên rengîn têr nabe.


Lema ez ji gerr û seyrana payizê hez dikim. Her roj hin darên nuh dibînim û carnan rismên wan digrim.

Çend fotoyên payiza rengîn.




XXX

Baltevan dar birrî, yê li ser darê hêvîya xwe ji Xwedê nebirrî.

Hin serokên med ara bin hev dibirrin, ji bo ku yek yekî bixîne erdê, ji ber xwe da bixîne.

Lê em dîsa jî bêhêvî nabin, dibêjin şela baş bibem xerab nebe.

Çimkî tştê ji destê me tê ev e, hêvî ye û şalê û maşalê ye.

 XXX

Maleke bi tifaq bergendî berekê ye, bereke bi tifaq bergendî eşîrekê ye,eşîreke bi tifaq bergendî dewletekê ye.

Ji ber ku hetanî nuha di mala me da,di nav eşîra me da tifaq çênebû em man bindest, nebûn xwedî dewlet.

Siyasetmedarên me, serokên me gişk viya zanin lê dîsa jî li hev nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar