19 oktober 2024

Tirkiyê û Îsraîl kum li hev hûç kirin


Tirkiyê di şerê Xezayê û Libnanê da heta nuha zêde nekir qîjewîj, lê piştî van gotinên wezîre karên derve yê Îsraîl Katz rewş guherî, herdu serîyan jî gotina dawî ji hev ra gotin. 

Wezîrê karên derve yê Îsraîl, Îsrael Katz piştî kuştina serokê Hamasê Yahya Sînwar di twîtteke xwe da navê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan etîket kiriye, jê ra gotiye:

”Were hevalê xwe yê tecawizkar û qatil Yahya Sînwar bibe...”


Cara pêşî ye wezîrekî Îsraîl gotineke hewqasî giran ji Ergoran ra dike.

Diyar êdî kêrê daye hestî, lema gotina dawî ji hev ra dibêjin.Erdogan bersîv nedaye, berdevkê AKP´ê Omer Çelîk do bersîv daye Katz, gotiye:

”Wezîrê karên derve yê Îsraîl Katz qatil û nazî ye, endamê şebekeyeke cînayetê ye. Berpirsiyarekî bi cînayetê û bi jenosîdê îftîxar dike. Berxwedana Xezayê lûtkeya rûmeta însanîyetê ye.”

Omer Çelîk û Erdogan hetanî nuha gelek caran tiştên wiha ji serokên Îsraîl ra gotine. Lema ev gotinên Omer Çelîk zêde ne muhîm e.

Lê twîtta Katz û etîketkirina Erdogan tiştekî zêde giran e.
Piştî van gotinan têkiliyên Tirkiyê û Îsraîl hetanî Erdogan li ser hukim be ewê baş nebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar