Weşanxaneya Nûbiharê berhema Marûf Xeznedar a bi nav û deng Dîroka Edebiyata Kurdî çap kiriye. Kitêb wek ansîlopedîyeke edebîyata kurdî ye, 7 cild in, 3000 hezar rûpel e.
Eser bi rengekî pir bi qelîte, tam li gorî hêjayîya wê hatiye çapkirin. Ev esera hiranbiha dibê di mal û kitêbxaneya her kurdî da hebe. Li ser edebîyat û tarîxa edebîyata kurdî bi tevayî xebata herî mezin û berfireh e.
Kekê hêja Zîya Avcî piştî xebateke bi salan ev berhema giranbiha ji soranî kiriye kurmancî û diyarî miletê xwe û edebîyathezên kurd kiriye.Zîya Avcî camêrekî pir berhemdar e, li gel ku siheta wî baş ne li cîye jî tim wek mûriyan dixebite.
Di van 20-30 salên dawî da gelek kitêbên hêja ji soranî wergerand kurmancî.
Kekê Zîya Avcî hêjayî xelatkirinê ye. Tu kesî bi qasî wî ji soranî werger nekiriye.
Ji bo wergera vê esera hêja ez bi dil û can sipasî hevalê xwe yê ezîz Zîya Avcî
dikim, jê ra sihetê û temenekî dirêj dixwazim.
Her wisa mala weşanxana Nûbiharê û her kesê di vê xebatê da ked û emega wan
heye ava be.
XXX
Di xebat û propagendeya hilbijartinan da terefdarên PDK´ê û
YNKê li dijî hev tiştên pir bêmistewa dikin, gotinên pir ne xweş ji hev ra
dibêje. Tiştê dikin ne progandeyeke siyasî ye, êrîş û heqaretên meriv ji ber
şerm dike.
Herdu partiyan dibê rê nedana li ser navê wan tiştên wiha
werin kirin.
Însanên medenî, bi kultur tu carî tiştên wiha bi navê
siyasetê ji mixalifên xwe ra nabêjin.
Sibe, piştî hilbijartinan ewê çawa li ruyê hev binêrin?
Hêvî dikim hilbijartin bi şiklekî demokratîk, şefaf bibe û
bi silametî derbas be.
XXX
Li gorî rapora Saziya Mafên Mirov a Navdewletî Freedom
Houseyê, li Tirkiyê azadiya înternetê tune ye.
Li Tirkiyê azadiya tu kesî, tu tiştî tune ye, Tirkiye jî welatekî wek Îranê ye. Li Îranê azadiya însanan çiqasî hebe li Tirkiyê jî hewqasî heye.
XXX
Mewlana gotiye:
”Her tişt li bende wexta xwe ye, wexta xwe dipê. Ne gul berî
wexta xwe vedike, ner oj berî wexta xwe hiltê. Bipê, tiştê yê te ye ewê were ji
te ra.”
Welatê me ji bi darê zorê ji me sitendine, ev neheqî ye.
Dibê li me vegerînin.
Belkî îro ew roj hîn nehehatiye, lê sibe ew roj ewê miheqwq
were.
Her tişt wexta xwe heye, gava ew wext tê gul vedike, roj
hiltê. Zû ya jî dereng, ewê roja azadiya me jî bê...
XXX
Li Meletyê erdhejeke bi hêza 5,9 pileyî çêbûye. Tesîra wê
heta bi Wêranşarê jî xwe nîşan daye.
Di medyayê da qala zirarên canî nehatiye kirin. Hêvî dikim
li her derê bi silametî derbas bûbe û dubare nebe.
2024-10-16
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar