26 september 2024

Şer bêxisar nabe

Bi qasî xuya dike tiştê hat serê Hamasê ewê were serê Hizbullaha Libnanê jî.

Hizbullah jî wek Hamasê har bûye. Îranê çend fuze danê gewî bûye, dibêje belkî bi wan fuzeyan ewê kanibe zora Îsraîl bibe. Ev ne mimkûn e, xeyaleke bêbingeh e.

Îran bi xwe newêre bela xwe di Îsraîl bide, kêmaqilên Hamasê û Hizbullahê dajo pêş, wan ji xwe ra wek maşê bi kar tîne.

Destpêkirina şer rehet e, lê qedandin zor e. Heger serokên Hizbullahê ne ehmeq bûna ewê ji felaketa hat serê Hamasê û filistîniyan ders bigirtana.

Tiştê hat serê Hamasê ewê were serê Hizbullahê jî.

Îsraîl ewê çend km. têkeve başûrê Libnanê û Hizbullahê jî wek Hamasê hinekî bipûrtikîne. Ji bo rehetiya Îsraîl ev lazim e.

Piştî qetlîama Hamasê ya di 7´ê cotmeha 2023´ da li hemberî cihûyan kir filistîniyan, ereban, misilmanan li her derê qetlîam bi kêf û zilxet pîroz kirin.
Çi bû?
Dewleta Filîstîn çê bû?
Îsraîl qediye?
Cihû ji Îsraîl paqij bûn? 
Bi wê êrîşî Hamasê, filistîniyan mala xwe şewitandin. Nuha motajî pariyek nan in.

Yanî ji bo filistîniyan dawî bû felaketeke mezin.

Nuha jî dibêjin Îsraîl bisekine. Îsraîl nasekine. Nesekine jî ne neheq e. Îsraîl ewê eynî tiştî bîne serê Hizbullahê jî. Hizbullah ewê baş were baskokirin.

Dibê Libnan, gelê Libnanê ji vê rêxistina çete xelas bibe.

Ji sala 1948´a û vir da ye ereban tim di şer da israr kirine û tim jî li zirarê derketine. Vê carê jî ewê li zirarê derkevin, Îsraîl Xeza bi erdê ra tep û dikir, nuha jî ewê çend km têkeve Libnanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar