27 september 2024

Li Kurdistana Bakur li gundan jî zarok êdî kurdî nizanin

Fener Rojbiyanî di nivîseke xwe ya Facebookê da qala serpêhatiyeke xwe ya metirsîdar ya gera Kurdistana Bakur kiriye.

Fener Rojbiyanî di gerra xwe ya Kurdistanê da riya xwe bi Colemêrgê, Geverê, Şemzînayê jî xistiye.
Li Nehrê ew û dostê xwe Dr. Yaşar Kaplan û lawê wî û Dr. Nûredîn Ertekîn diçin aşxaneyekê.

Di vê nabênê da du zarokên 9-10 salî, di destên her yekî da satilek hejîr ji wir derbas dibin. Zarok dixwazin hejîra bifroşin wan.

Enwer Rojbiyanî ji zarokan dipirse:

-Zarokno, hejîrên we bi çiqasî ye?
Herdu zarok bi çavekî matmayî li wî dinêrin, bi tirkî jê ra dibêjin:
-Em bi kurdî nizanin.
Li ser vê bersîva zarokan ya bi tirkî, Fener Rojbiyanî ji zarokan dipirse:
-Ma hûn ne ji Nehrê ne ?
Zarok dibêjin, belê em ji vî gundî ne, lê em bi kurdî nizanin.
Kekê Fener Rojbiyanî dema viya ji devê zarokan dibihîze di ciyê xwe da sar dibe, nema devê wî digere.
Dr. Yaşar Kaplan jê ra dibêje:
-Kekê Fener, mixabin kurdî xilas bû !!!


Fener Rojbiyanî dibêje:
”Bi van gotinên kek Yaşar wek satilek ava sar bi ser min da berdin.

Min bawer nedikir asta zimanê kurdî li bakûr gîhaya vê astê xerab û aloz. Eger Hekarî û bajarokên wê yên wek dergûşa ziman û edebîyate kurdî, warê Şa’îrên mezin di vî halî û di vê rewşa xerab de be, ji bo deverên din jî em karin bêjên heman rewşe.

Ev rewş ne tenê li van deveran, li gelek deverên din jî ev dîmen hate dûbare kirin.”

Asîmîlasyonê ji zûda ye pişta bajarên Kurdistan Bakur şikandiye, tirkî bûye zimanê bazarê û malan.

Lê wa ye pêla asîmîlasyonê xwe gîhandiye dereke Şemzînayê, gundê Nehrê jî. 

Heger zimanê zarokên gundan jî bibe tirkî êdî em kaninbibêjin rahma Xwedê li kurdî be. Piştî 20-30 salên din ji %10´ê kurdan jî ewê kurdî nizannibin.

Di vê malwêraniyê da sûcê kurdan ji yê dewletê pirtir û mezintir e. Kurd bi dilxwazî dev ji kurdî berdidin û tirkî dikin zimanê xwe.

Li gundên Colemêrgê, Geverê, Şemzînanê dewletê kurdî li kurdan qedexe nekiriye, kurd bi xwe zarokên xwe asîmîle dikin, naxwazin zarokên wan kurdî fêr bibin.

Ez bawer nakim tu miletekî din wek kurdên bakur ji zimanê xwe direve û heyranê zimanê dagirkerê welatê xwe ye.

Di vî warî da sûcdarî herî mezin siyasetmedar, serok, ronakbîr û mezin û pêşengên kurd in. Çimkî bi xurtî li dijî tirkî dernakevin, ji xelkê ra nabin nimûne û pêşeng.

Dema ew kurdî nizanibin, zimanê wan ê malê ne kurdî be nikanin ji xelkê ra bibêjin bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar