25 september 2024

Kilama Mihemedê Seîd Axayê Deqorî û Zerga Evdî


Kilama Mihemedê Seîd Axaayê lawkê deqorî û Zerga Evdî kilameke muhteşm e. Meriv ji gudarîkirina wê têr nabe. Sitran meriv dihelîne, dilê meriv radke pêdarê.

Ev çi kultur e, çi muzîk e, meriv dibe heyran...
Bi kurmancî bi sedan kilamên wiha hene.
Erotîzma di kilamên kurdî da bêemsal e, hêja ye gelek lêkolînên edebî, tarîxî, sosyolojîk li ser werin kirin.
Jina kurd di warê evînê da pir kişandiye, gelek caran negihîştiye miradê xwe. Dildarê xwe bi dilê xwe hilnebijartiye. Bêdilê wê, bi zor dane hinekên din. Li dinyayê ezabekî, îşkenceyeke ji zewaca bêdil mezintir tune ye.

Mêrekî tu jê nakî, tu jê nefret dikî, her şev were têkeve himêza te, bi te şa bibe!
Îşkenceyeke, zulmeke, nemiroviyeke ji viya pîstir, xerabtir tune ye.

Lê kurdan ev zulm, ev bêûjdanî, ev bêexlaqî gelek caran li keçên xwe kirine.
Sipas ji bo kesên ev zulma li jina kurd bûye, ev kultura pîs bi kilaman anînê zimên, kirine belgeyên nemir û tarîxî.

Jinên kurd jana evîna dilê xwe di kilaman da dane der.
Hin caran ew kilam ji alî dengbêjên mêr va hatine çêkirin. Ev jî hêjayî lêkolînê û teqdîrê ye.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî, di sala 1960´î da di şewata sînema Amûdê da qehremeniyek mezin kir, gelek zarok ji şewatê xelas kirin, lê di dawiyê da sîneme hulşiya, ew û 280 zarokan tê da şewitîn.

Li ser Şewata Sînema Amûdê û qehremaniya Mihemedê Seîd Axayê Deqorî gelek tişt hatine nivîsîn.

NOT: Navê xortê sitranbêj Umîdê Qoserî ye

XXX

Gava bîna min teng dibe, kela dilê min wek pêlên bahrê radibe, bîstekê li muzîkê gudarî dikim.

Gudarî dikim, gudarî dikim, heta kela dilê min dadikeve, dil hinekî aş dibe.

Muzîk, dil him radike pêdarê, him aş dike.

Ev jî gotinên sitranê, min ji bo we nivîsî:

Dîlber dîlber. Hozan Aydin

Hêsiran ji jor da mebarîna dîlberê dîlber
Canê ciwan meêşîne dîlberê dîlber
Min ji canê xwe xêr nedî dîlberê dîlber
Tu bibîne lê dîlberê dîlberê, dîlber
Çi bikim hez dikim ez ji te
Ez nikanim bi dilê xwe
Tu dermanê dilê min î
Ronaya çavê min dîlberê dîlber

Xwezîya nuha li ba te bûma
Nexwşê li nav cîya bûma
Xwezîya nuha li ba te bûma
Nexwşê li nav cîya bûma
Destê te li ser serê min ba
Destê te li ser serê min ba
Hingî mirin xweş e dîlber
Çi bikim hez dikim ji te
Ez nikanim  bi dilê xwe
Tu dermanê dilê min î
Ronaya çavê min dîl ber

Dismalê rake bihejîne
Serê govendê bikşîne
Dismalê rake bihejîne
Serê govendê bikşîne
Azadî daxwaze te ye
jiyan pîroz be li te dîlber
Azadî daxwaze te ye
jiyan pîroz be li te dîlber

Çi bikim hez dikim ji te
Ez nikanim  bi dilê xwe
Tu dermanê dilê min î
Ronaya çavê min dîlber

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar