20 september 2024

Hezkirina rastîn û ya derewîn

Her hezkirin ne ji dil e. Hin kes bi rastî, bi dilekî pak ji meriv hez dikin. Di dostî û hezkirina wan da durrûtî tune ye.

Lê hinek jî hene dema karê wan dikeve meriv hezkirina xwe nîşan didin, gotinên xweş ji devê wan dibare. Meriv bi ezmanan dixînin. Lê ya rast siyaset e, ne ji dil e.

Pesnê zêde him ne xweş e, him jî kane derew, para nesamîmîyetiyê tê da hebe. Lê çav derewa nake, meriv dibîne.

-Ji bo ku te derew li min kir ez li ber neketim, ji bo ku ji nuha û pê da ezê ji te bawer nekim ez xemgîn im.

Friedrich Nietzsche

-Dibê derewçînî(virekî)êdî wek sinetekî were îlankirin. Çimkî hosteyên wê pir in.

Balzac

Hin camêr li ser navê hin kesên çûne rahmetê hin gotinên dûrîaqil li hev tînin. Kê berê gotibe jî dibê meriv tiştê ne rast, dûrîaqil parve neke. Bi xwe jî hinekî li ser bifikire.

XXX

Ker û kûçik gişk bûn meru, xwedî mal û hal. Em kurd jî hîn perîşanên ber dîwaran e.

Xelk ji xwe ra mal û dewletê çêdike, serokên me na jî kumên xwe li hev tûj dikin.

Serokên HUDAPAR´ê ji xelkê ra, ji ereban ra pirbêj in, lê ji miletê xwe ra kerr û gêj in.

XXX

Almanyayê biryar daye leşkerên xwe heta dawiya sala 2026´a ji Îraqê û ji Herêma Kurdistanê venekşîne.

Xebereke baş e. Ev tê maneya Amerîka jî heta dawiya 2026´a li Kurdistana Başûr û Rojava ye. Almanya bêyî Amerîka vê biryarê nade.

Hebûna leşkerên Amerîkayê, Almanyayê, Fransayê li Îraqê û Sûriyê tê maneya Amerîka hetanî wê çaxê dev ji kurdan bernade.

Li Sûriyê û Îraqê heta şer raneweste, statuya kurdan baş saxlem nebe hewcedariya kurdan bi piştgiriya Amerîkayê heye.

Hêvî dikim di hilbijartina 20 cotmehê da gelş çênebin û rewşa Kurdistana Başûr baştir bibe.

XXX

Ji xelkê ra hût e, ji xwe ra kût e, hevalê tucarê rût e.

Pêşîyên me em baş nas kirine, lema em bi vî şiklê wecîz tarîf û teswîr kirine. Serok û siyasetmedarên Hudaparê ji tirk û ereban ra hût in, ji miletê xwe ra kût û hevalên neyarên sût in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar