20 september 2024

Melayê Cizîrî şairekî kurd e, lê Nabîyê rihayê şairekî tirk e

Nivîskarek ne bi nîjada xwe, ne ku ji kîjan miletî ye, bi zimanê berhema xwe dibe nivîskarê miletekî ya jî nabe.

Esera meriv nivîsîye bi kîjan zimanî be ew malê wî zimanî, wê edebîyatê ye.

Kurdên bi tirkî, bi erebî, bi almanî, bi îngilîzî, bi swêdî dinivîsin bi nîjada xwe kurd in, lê berhemên wan ne edebîyata kurdî ye; berhem bi kîjan zimanî nivîsîbe malê edebîyata wî miletî ye.

Melayê Cizîrî, Ehmedê xanî şairên kurd in, lê Nabîyê rihayî şairekî tirk e. Her kes jî wer qebûl dike.

Meriv di kîjan taximê futbolê da bilîze lîstivanê wî taximî ye, nîjad ne muhîm e.

Yaşar Kemal kurd e, lê nivîskarekî tirk e. Li dinyayê kes nabêje Yaşar Kemal nivîskarekî kurd e.

Bi hezaran afrîqiyên bi firansî, îngilîzî dinivîsin hene. Berhemên wan hemû malê edebîyata îngilîzî û fransî ye.

Tirkek romanekê bi kurdî binivîsîne bi eslê xwe nabe kurd, lê romana wî malaê ziman û edebîya kurdî ye. Ji ber ku nivîskar tirk e, tirk nikanin bibêjin ev romana tirkî ye, çimkî nivîskar tirk e.

Melayê Cizîrî şairekî kurd e. Nabî kurd e, lê şairekî tirk e. Çimkî bi tirkî nivîsî ye.
Dinya jî wan wer nas dike. Ji Melayê cizîrê ra dibêjin şairê kurd û ji Nabî ra jî dibêjin şairê tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar