19 september 2024

Gerr û seyrana me ya îro


Li Stockholmê îro tam havîn bû, 20 derece germ bû. Piştî me xurîniya xwe kir, nêzî danê nîvro me berê xwe da nava bajêr, herêma Slussenê û Gamla Stanê, bajarê kevn. Ji zûda bû em wê da neçûbûn, me got em herin bîstekê li wan deran bigerin.

Gelek guhertin çêbûbûn, hin derên pir xweş ava kiribûn.
Em li çend derên xweş rûniştin, me li bajarê kev navroja xwe xwar û me dest bi gerê kir.

Tiştê meriv dibîne bihayiyeke zêde heye. Pîzza herî erzan bi 225 kronî bû. Pasteyeka biçûk bi 50 kronî bû.


Ji ber ku hewa xweş bû em baş gerîyan. Lê me pê ra negîhand çen derên din jî bibînin. Bi xêr ew jî ma careke din.


Li Slussenê dereke bilind, terasek pir xweş heye, girtî bû, seet di 16.00a da vedibû. Emê rojekê herin li wir jî bîrayekê vexun.
Ev jî çend risim ji gerra me.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar