04 juni 2024

Deve xiya nebe meriv nikane bar lêke

Erdogan-Bahçelî  îradeya miletê me qebûl nakin, dibêjin hûn kê bikin reîsên belediyeyên xwe jî emê wan bixînin, bavêjin zindanê û bi darê zorê zilamên xwe deynin dewsa wan.

Li Colemêrgê tiştê kirin ev e, dibêjin em îradeya we nas nakin, dilê me kê bixwaze emê wî tayin bikin.

Yanî mêrikan ne îradeya miletê me qebûl dikin, ne jî serokatiya belediyekê layiqî me dibînin.

Lê ev jî heye, deve xiya nebe meriv nikane bar lêke. Me xwe ji wan ra zêde xûz kiriye, lema kanin vê zulmê, vê çavsoriyê li me bikin. Mêrikan serokatiya beledîyekê jî layiqî me nabînin. Heger bivikê, tirsê nebînin Colemêrg destpêk e, ewê dom bikin.

Dibê meriv li hemberî zoratiyê, zulmê bêdeng nemîne, li gorî taqeta xwe li dij rabe.

Bala xwe bidinê Yekîtiya Ewrûpayê, dewletên mezin, dezgehên mafên mirofan jî gişan xwe kerr û lal kirine, ji kesî deng dernayê, kes ji vê zorbatiya Erdogan ra tiştekî nabêje.

Heger Îsraîl, ya jî welatekî Ewrûpa erebek, îslamîstek bi wek serokê belediya Culemêrgê ji kar bigirta, bavêta zindanê, medyaya dinyayê, hêzên çep û lîberal ewê qiyamet rakirana.

Lê ji ber ku yê li Culemêrgê hatiye girtin reîsekî kurd e ne xema dinyayê ye, kes nabêje kirt, medya dinyayê qala bûyerê jî nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar